Hêrsa li dijî tecrîdê zêde dibe: Bêyî Ocalan aştî ne pêkane
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mûş û Erzîromê çalakî pêk hatin.
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mûş û Erzîromê çalakî pêk hatin.
Li Erzîrom û Mûşê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku hikûmeta AKP'ê tendurîstî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd sedema şer û aştiyê ji nedîtî ve hatiye û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ji holê rakiriye.
Li Erzîromê bi sedan welatî bi pêşengiya DEM-GENÇ'ê li ber avahiya HDP'ê civiyan û bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa meşaleyî kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Li axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe, şehîdên xwe, serokatiya xwe xwedî derkeve" hilgirtin û heya navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabin" hatin berzkirin.
Bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" re deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê girseyê Rêveberê DBP'ê yê Erzîromê Abdurrahîm Încekan axivî û diyar kir ku êdî sebra gelê kurd nemaye û divê demildest Ocalan azad bibe. Încekan anî ziman ku bêyî Ocalan aştî çênabe û wiha got: "Di demên dawî pêvajoya aştiyê hatiye ber bi dawîbûnê. Roj roja têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em ê li hemberî lîstikên AKP'ê yên qirêj rawestin û bêyî serokatî aştî çênabe."
MÛŞ
Endamên Platforma Demokrasî û Kedê ya Mûşê jî bi heman armancê ji Parka Zarokan a Ataturkê heya Parqa Dede meşiyan. Di meşê de pankarta "Tecrîda li ser Rêberê me tecrîda li ser aştî û azadiyê ye" hat vekirin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Nêzîkatiya li hemberî Serokê me sedema şer û aştiyê ye" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Rêveberê DBP'ê yê navçeya navendî Faîk Yasul diyar kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd sedema şer û aştiyê ye. Yasl anî ziman ku tecrîd li hemberî projeya jiyana gelan e. Yasul da zanîn ku divê demildest Ocalan azad bibe û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê tendurîstî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê kurd sedema şer û aştiyê ji nedîtî ve hatiye û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ji holê rakiriye.