Cenazeyê du şervanên YPG’ê derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin

Welatiyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyên şervanên YPG’ê Serhed Bagok û Yilmaz Cîlo di deriyê bajarê Dirbêsiyê yê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê oxir kirin.

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG’ê Serhed Bagok û Yilmaz Cîlo di deriyê bajarê Dirbêsiyê yê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê oxir kirin.

Piştî li bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyên şervanên YPG’ê Serhed Bagok û Yilmaz Cilo birin Dirbêsiyê û derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de cenazeyê her du şervanên YPG’ê ji aliyê dehan welatiyên Dirbêsiyê ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyê her du şervanan danîn ser milê xwe û ser sînor re radestî Saziya MEYA-DER hate kirin.

Tê payîn wê cenazeyê Bagok ê bi eslê xwe ji Awûstûralya ye, li cihê lê ji dayik bûye bispêrin axê.