Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Guler ê li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de birîndar bû û li nexweşxaneya li Rihayê jiyana xwe ji dest da, li Elbakê bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Omer Guler (Erdal Başkale) ê di 1'ê Tîrmehê de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de bi 12 hevalên xwe re birîndar bû û li nexweşxaneya li Rihayê jiyana xwe ji dest da, anîn Elbakê. Cenaze li qada Melkawa ya li ser rêya Wan-Colemêrgê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Li navçeya navçeyê jî bi hezaran welatiyan cenaze pêşwazî kirin û ew birin Mizgefta Seyît Abdulhekîm Arvasî. Li dû nimêja li ser cenaze, girseya gel darbesta Guler hilgirt ser milan û bi qasî 3 kîlometreyan li ser milan bir taxa Eleyîs cihê Guler lê ji dayik bûbû. Di meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat qîrîn û wêneyê şervanê YPG'ê Guler, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hilgirtin.
Di nava bi hezaran welatiyên beşdarî merasîma cenaze ya li Goristana Taxa Yakinyolê de, rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER, Komeleya Alimên Olî, KURDÎ-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û şaredariyên navçe û bajarokan, amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan peyivî û got, "Ez ji vê derê soz didim teavhiya şehîdên Kurdistanê. Heta dilopek xwîna me hebe em ê têkoşîna we bimeşînin û em ê xwedî li hemû şehîdan derkevin."
Li ser navê malbatê jî apê şervanê YPG'ê Guler Hevşaredarê Navçeya Elbakê Îhsan Guler axivî. Guler got, "Jiyaneke azad û bi rûmet ne hêsan e. Welatekî azad û xaka azad bi hêsanî nayê qezençkirin. Vî şehîdê me jî ne ji bo jiyaneke mîna ya me, ji bo jiyaneke hîn azad û bi rûmet biryara xwe da û me jî dan dû wan. Em jî li ser navê malbatê soz didin, heta ku ruhê me di bedena me de be em ê xiyanetê li bîranîn û têkoşîna wan nekin, em ê her tim bi wan re dilsoz bin."
Piştî axaftinan girseya gel vegeriya taxê û ji malbatê re sersaxî xwest.