Ji Midûrê Polîsan ji bo Hevşaredarê Ebexê hişyariya sûîqestê

Alîkarê Midûrê Polîsan ê Ebexê Bulent Unal bi telefonê li Hevşaredarê Ebexê geriya û hişyariya “agahiya sûîqest li hemberî we pêk bê heye, hay ji xwe hebin” lê kir.

Alîkarê Midûrê Polîsan ê Ebexê Bulent Unal bi telefonê li Hevşaredarê Ebexê geriya û hişyariya “agahiya sûîqest li hemberî we pêk bê heye, hay ji xwe hebin” lê kir.

Derket holê ku Bulent Unal ê demkî Midûrtiya Polîsan a Ebexê dike, li Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr geriya û jêre gotiye ku li hemberî we agahiyên cidî yên sûîqesteke muxtemel hatiye girtin û ji bo hay ji xwe hebe hişyar kiriye. Midûrê Polîsan der barê sûîqestê de agahî nedan Demîr. Tê diyarkirin ku ekîbek ji polîsên teqawîd ji Antalyayê hatine Ebexê.

Hevşaredarê Ebexê Farûd Demîr diyar kir ku Midûrê Polîsan 11’ê Tîrmehê lê geriyaye û got: “ Unal ji min re got, ‘Me li hemberî we 2-3 agahiyên sûîqestê wergirtine, kesên dixwazin tevliheviyê derxin hene, eger hûn bixwazin em dikarin parêzvanekî bidin we.’ Min jî got, ‘Na, gel dikare min biparêze.’ Got ku agahiyên cidî ne. Eger hêzên tarî hebin divê hûn van derxin. Eger ew zerarê nedin, gel zerarê nade. Wî bi israr behsa hinek hêzên tarî kir, lê der barê hêzên tarî kî ne de agahî neda. Jixwe em ê der barê mijarê de serî li dadgehê bidin. Ez ê li gel hevalên xwe rûnim û mijarê nîqaş bikim. Ez ê bi parêzerên xwe re bişêwirim. Bi rêya telefonê saet li derdora 21:00’an geriya. Di lêkolînên me kirine me zanîbû ku ekîbek polîsên kevin ji Antalyayê hatine Ebexê. Dikarin li herêmê hin sûîqestan bikin. Midûrê Polîsan jî bi mantiqa, ‘Em bibêjin bila piştre li ser me nebe mal’ ji min re got. Tiştên wiha serî li me nadin tewandin, em ê ji bo xizmeta ji gelê xwe re bikin xebatên xwe bidomînin.”