Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê tên bîranîn
Çalakiyên ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin. Di bîranînên li Elmanya û Fransayê de hat destnîşankirin ku kadroyên PKK'ê hovîtiya Zîndana Amedê têk birine.
Çalakiyên ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin. Di bîranînên li Elmanya û Fransayê de hat destnîşankirin ku kadroyên PKK'ê hovîtiya Zîndana Amedê têk birine.
Çalakiyên ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li gelek bajarên Ewropayê dewam dikin. Di bîranînên li Elmanya û Fransayê de hat destnîşankirin ku kadroyên PKK'ê hovîtiya Zîndana Amedê têk birine û hat ragihandin ku divê bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bersiv ji vê berxwedanê re were dayîn.
SAARBRUCKEN
Lib ajarê Elmanya Saarbruckenê, bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan re li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, çalakiya bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hat lidarxistin. Di axaftinên li bîranînê de bal hat kişandin ser hovîtiya di dema 12'ê Îlonê de li Zîndana Amedê hat kirin û hat destnîşankirin ku kadroyên PKK'ê yên li dijî îşkence û hovîtiyê berxwedan esas digirtin, hovîtiya li Zîndana Amedê têk birine.
Di bîranînê de hat gotin, "Bi berxwedana 14'ê Tîrmehê re hêza berxwedanê ya PKK'ê hatiye nîşandan. Bi vê berxwedanê re PKK xurt bû. Bi vê berxwedanê re hêza vîna mirovan hat destnîşankirin." Qisekeran gotin, "Bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê re têkoşîna Kurd îro ber bi serketinê ve dimeşe. Eger ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê nebûya, ev serketinên li çar parçeyan bi dest nediketin. Eger îro komkujiyeke nû ya Dêrsim, Agirî û Zîlanê nikare bê kirin, ev yek bi saya lehengên li Zîndana Amedê li ber xwe dane ye. Kurd bi ruhê berxwedanê yê van lehegan re îro li Kobanê, Şengalê û tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin. Li ser şopa van lehengan, bi gavên ji xwe bawer ber bi serketinê ve dimeşin."
MARSÎLYA
Li başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê jî, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di bîranînê de siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ê di berxwedanê de cih girtibû, amade bû.
Kav di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û got, "Her mirin zehmet e, lê hin mirin zehmettir in. Kêlî bi kêlî helandin, meşa bi Azraîl re ne hêsan e." Kav da xuyakirin ku ruhê 14'ê Tîrmehê îro li Rojava dijî, li Kobanê û Girê Spî ev ruh bi ser ketiye. Kav destnîşan kir ku bersiva herî watedar a li berxwedana 14'ê Tîrmehê bi ser xistina têkoşîna azadiyê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir û bi dayîna xwarina fitarê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan bi dawî bû.
ROÛEN
Li herêma Normandîe ya Fransayê jî berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Roûenê bi deqeyeke rêzgirinê destpê kir. Endamê komîteya Malbatên Şehîdan Heval Hayrî, ku yek ji şahidên dema girtîgeha Hejmara 5'an a sala 1982'an bû, ew pêvajo û berxwedana hevalên xwe vegot. Di merasîmê de nameya Mehmet Hayrî Dûrmûş a ji bo malbata xwe şandibû, hat xwendin.
Di axaftinên li vê derê hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.