Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Dr. Qulpî bertek nîşanî tecrîdê da û diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibe, divê her kes bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bibe.
ANF
SILÊMANIYÊ
çarşem, 15 tîrmehê 2015, 13:51
Kampanyaya ji Ocalan re Azadî ya ku Însiyatîfa Ji Ocalan re azadî, YNK, KNK, Tevgera Goran, rêxistinên siyasî û rewşenbîr beşdar bûnê, 8’ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin. Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Dr. Qulpî bertek nîşanî tecrîdê da û diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan serbest bê berdan û bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibe, divê her kes bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bibe.
Qulpî bertekên tund nîşanî daxuyaniyên Neçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî yên weke ‘PKK li Başûrê Kurdistanê hêza biyanî ye, hêza mêvan e, divê derkeve’ da û got: “Daxuyaniyên bi vî rengî ji dewletên ku Kurdistanê mêtinger dikin re xizmetê dike.”
KOMPLO VALA DERKET
Dr. Qulpî got Ocalan ji 1999’an heta niha bi awayekî der hiqûqê û dij demokratîk tê girtin û bi vê re hêviyên azadiya gelê Kurd tê tasfiyekirin û got: “Têkoşîna ku Ocalan li Îmraliyê dide, têkoşîna ku gelê Kurd û dostên wan li derve didin, armancên komplogeran vala derxistine. Divê astengiyên li pêşiya Ocalan ji bo bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibe, bên rakirin û me bi vê armancê kampanya da destpêkirin.”
DIVÊ TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA OCALAN BÊ NAVBER BIDOME
Qulpî da xuyakirin ku Ocalan li ser navê gelan têdikoşe û di heman demê de mirovê xwedî fikr e û wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê Kurd, gelên din jî xwedî li Ocalan derdikevin. Piştî Ocalan hat girtin gel bi berxwedanek mezin xwedî lê derket. Lê li Îmraliyê li ser Ocalan zext û tecrîd pêk hat. Rastî pêkanînên xerab hatin. Gel ji roja destpêkê bi çalakî û bernameyên cuda, bi kampanyayan ji bo azadiya Ocalan têkoşiyan. Ji bo vê mîtîng, grev, kampanyayên îmzeyan pêk hatin. Li ser hêzên komploger zext hatin kirin. Derket holê ku azadiya Ocalan garantiya aştiya Rojhilata Navîn e. Lê tevî van hemû hewldanan komplogeran bersiveke erênî nedaye. Ji ber vê jî divê têkoşîn bê berdewamkirin.”
KES NEKARE PERGALA MIROVAHIYÊ YA OCALAN TINE BIKE
Qulpî di berdewamiyê de got tevî hemû zext û tecrîdê îdeolojiya Ocalan îro li Kurdistanê şoreş afirandiye û got: “Felsefe û pergala Ocalan dixwest biafirîne, bi şoreşa Rojava re li hemû herêmê û cîhanê hat dîtin. Pergala xweser, pergala kantonê ya li Rojava hatiye avakirin, nîşan daye ku hemû gel dikarin di pergala demokratîk de bi hev re bijîn. Têkoşîna gelê Kurd ya li dijî DAIŞ’ê jî felsefeya Ocalan pêkan bû. Li Rojhilata Navîn tenê felsefeya Apoyî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe. Dîsa serketina HDP’ê gelek girîng e. Kes êdî nekare vê ji nedîtî ve bê.
Van geşedanan dîsa azadiya Ocalan anî rojevê. Me li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya da destpêkirin. Li bakur xebatên bi vî rengî berdewam dikin. Me jî di 8’ê Tîrmehê de xebatek wisa da destpêkirin. KNK, Nûnerên Gel ên Hewlêrê, YNK, Tevgera Goran û gelek saziyên siyasî di vê kampanyayê de cih girtin. Em hedef dikin ku 20 mîlyon îmze kom bikin. Dîsa em xebat û çalakiyên din jî hedef dikin. Emê ji bo azadiya Ocalan desteka xwe bidomînin. Azadiya Ocalan ne şexsiye, gelekî eleqedar dike. Divê astengiyên li pêş Ocalan bên rakirin.”
DAXUYANIYÊN PDK’Ê JI MÊTINGERAN RE XIZMETÊ DIKE
Qulpî wiha berdewam kir: “Lê mixabin hinek rêxistinên Kurdan li şûna ku bi rêxistinên din ên Kurdan re bibin yek û têkoşîn bidin meşandin, bi dewletên ku Kurdistanê mêtinger dikin re dostaniyê ava dikin û bi wan re li hev dikin. Daxuyaniyên hinek rayedarên PDK’ê ji armancên mêtingeran re xizmetê dike û ev jî aliyê wan yên ku PKK’ê bê hêz bixînin nîşan didin. PDK li şûna ku bi AKP’ê re têkiliyê deyne, bila bi PKK û HDP’ê re têkilî û dostaniyê deyne. Şaşî ji vir de destpê dike.
PKK NE TENÊ RÊXISTINEKE…
PDK li demeke ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê li dijî wan bûneyek de daxuyaniyên bi vî rengî dide û ev jî zerarek mezin dide wan û got: “Kes van daxuyaniyan erê nake. Li Başûr her kes ji van gotinên PDK’ê, polîtîkayên wan nerehetin. Ciwan ji ber van polîtîkayan welat terk dikin. Ji ber ku PKK êdî ne tenê rêxistineke. Nêrîneke, îdeolojiyeke. Ji gelên din jî kes di vê tevgerê de cih digirin. PKK’ê di dilê gel de cihê xwe girtiye. PKK li dijî DAIŞ’ê têdikoşe. PKK’ê berdêlên mezin li Başûr dan. Ji ber vê daxuyaniyên bi vî rengî şaş in. Axaftinên Neçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî nayên qebûlkirin. Ev daxuyanî ji dijmin re xizmetê dikin.”