Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Efrînê hatin bibîranîn

Welatiyên herêma Efrînê 33’yemîn salvegera rojiya mirinê ya têkoşerên 14’ê Tîrmehê di zîndana Amedê de bi rêzecivînan bibîr anîn.

Bi boneya 33’yemîn salvegera rojiya mirinê ya têkoşerên 14’ê Tîrmehê di zîndana Amedê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li salona civînan a navenda bajarê Efrînê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan welatiyên bajêr amade bûn.

Civîn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêveberê PYD’ê Şiyar Çiya der barê derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ku di sala 1980’an li hemberî tevgera azadiyê pêk anîbûn axivî. Çiya bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk li dijî azadîxwazên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê.

Çiya di axaftina xwe de der barê berxwedana ku têkoşer Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek a di zîndana Amedê de ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rojiya mirinê destpê kiribû  wiha got: “Berxwedana têkoşerên 14’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana gelê Kurd li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û hemû planên dewleta Tirk vala derxistin û ji bo destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an û şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû bingehek mezin.”

Şiyar Çiya di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşerên 14’ê Tîrmehê dubare kir.

RECO

Bi heman boneyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navenda navçeya Reco û gundên Meydan Ekbesê û gundê Qude yên girêdayî navçeyê rêzecivîn li dar xistin.

Di civîna navenda navçeyê de Rêveberê TEV-DEM’ê Zagros Tolhildan, di civîna gundê Meydan Ekbesê Rêvebera TEV-DEM’ê Zîlan Ehmed û di civîna li gundê Qude de jî Endama TEV-DEM’ê Şevîn Armanc axivîn.

Di her du civînên li navenda navçeyê û gundê Meydan Ekbesê de daxuyaniya KCK’ê ya derbarê berxwedana têkoşerên 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji aliyê endama TEV-DEM’ê Arîn Elî ve hate xwendin. Heman daxuyanî di civîna gundê Qude de jî ji aliyê endamê TEV-DEM’ê Xweşnav Hesen ve hate xwendin.

Di van civînan de her wiha gelek axaftin der barê jiyana têkoşeran di zîndanên dewleta Tirk de hatin kirin û banga bilindkirina têkoşînê bi ruhê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate kirin û wiha gotin: “Avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û çespandina projeya neteweya demokratîk bi xwedîderketina li berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk tê.”

Axaftvanan di dawiyê de soza şopandina rêya têkoşerên azadiyê dan.

ŞIYÊ

Li navçeya Şiyê jî TEV-DEM’ê bi heman boneyê li salona civînan a navenda navçeyê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan welatiyên navçeyê amade bûn.

Di vê civînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê Rêveberê TEV-DEM’ê Îbrahîm Ehmed der barê berxwedana têkoşerên 14’ê Tîrmeha 1982’an de axivî û got ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji mirinê jiyan afirand û şoreşa gelê Kurd vejand. Her wiha pilanên hêzên desthilatdar vala derxistin û wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi serketiyên gelê Kurd li tevayî Kurdistanê didome.”

Li aliyekî din hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi heman boneyê li baregeha xwe ya li navçeya Şiyê civînek ji şervanan re li dar xist. Di vê civînê de jî Fermandara YPJ’ê Avesta Efrîn derbarê berxwedana têkoşerên 14’ê Tîrmehê li zîndana Amedê de axivî û got ku berxwedana wan bû çirûska têkoşîna li dijî dîktatoriyeta dewleta Tirk.