Karasû: Ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê şerbeta têkneçûnê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêbaza Şoreşa Kurdistanê afirandiye. Mifteya têkneçûnê daye destê berxwedêr û gelê Kurd. Ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê şerbesta têkneçûnê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê rêbaza Şoreşa Kurdistanê afirandiye. Mifteya têkneçûnê daye destê berxwedêr û gelê Kurd. Ruh û rêbaza 14'ê Tîrmehê şerbesta têkneçûnê ye."

Karasû wateya Berxwedana 14'ê Tîrmehê û encamên wê ji ANF'ê re nirxand.

Karasû da xuyakirin ku salên Berxwedana 14'ê Tîrmehê, salên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê zext û zilma ji ber rejîma 12'ê Îlonê derketibûn asta herî bilind û destnîşan kir ku ne tenê Zîndana Amedê yan jî zîndanên din, tevahiya Kurdistan hingî veguherîbû zîndaneke servekirî.

Karasû diyar kir ku di wê demê de bêhêvî di asta herî bilind de bû û got, "Di nava rewşeke bi vî rengî de, hest-nêrîn û hişmendiyeke bi şêweyê 'ne li zîndanê ne jî li derve berxwedan nepêkane' hebû. Di wê demê de berxwedan nedihat bîra kesî. Ji xwe rêxistinên din ên li Kurdistanê di rewşeke welê de bûn ku ne li zîndanê, ne jî li derve nikarîbûn li ber xwe bidin. Li gorî wan darbeya faşîst a leşkerî hatibû, diviyabû serî li ber bê tewandin û li benda çûyîna darbeyê bisekinin."

Karasû anî ziman ku faşîzma 12'ê Îlonê dixwest hemû rêxistinan û civakê biqedîne û rewşeke welê biafirîne ku careke din gel û civak nikaribe rabe ser piyan û got, "Tinekirineke bi vî rengî, rakirine bi vî rengî ya ji binî ve, armanca darbeyê bû. Li zîndanê jî, li derve jî rewş bi vî rengî bû."

Karasû da xuyakirin ku di demeke hemû hêviyên Kurdan bên qedandin û bikeve halekî welê ku careke din nikaribe rabe ser piyan de, di demeke ku li zîndanê zilm û bêhêvîtî derketin asta herî bilind û hewl dihat dayîn teslîmiyet li nava hemû girtiyan bê belavkirin de, pêkhatina berxwedaneke bi vî rengî, encamên gelekî girîng û dîrokî afirand.

'BI 14'Ê TÎRMEHÊ RE LI KURDISTANÊ RUH Û HIŞMENDIYEKE NÛ YA CIVAKÎ AFIRÎ'

Karasû di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku bi 14'ê Tîrmehê re li Kurdistanê ruh û hişmendiyeke nû ya civakî afiriye û ev nirxandin kir:

"Gelê Kurd bi baweriyeke mezin bi PKK'ê ve hat girêdan; Meyla 'Eger PKK di nava şert û mercên herî zehmet de dikare li ber xwe bide, hingî wê ji niha û pê ve jî xweş li ber xwe bide' derket holê. Ev gelekî girîng e. Ji hebûna nêrîna 'şert û merc çiqasî zehmet bin jî berxwedan pêkane' tiştekî bi qîmettir nîne. Ji xwe encama herî mezin a Berxwedana 14'ê Tîrmehê yan jî nirxa herî mezin a afirand, nêrîna 'şert û merc çi dibin bila bibin li ber xwe dikare bê dayîn û serketin dikare were bidest xistin' e. 14'ê Tîrmehê ruh û rêbaza berxwedana di nava mercên zehmet de afirandiye. Ji afirandina vî ruh û rêbaza serketina di nava mercên zehmet de bi qîmettir tiştek nîne. Ji aliyê dîroka Kurdistanê ve jî destketiya herî bi qîmet ev e. Ji vê mezintir destketiyeke din nîne. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê destketieke mezin, çek û nirx dane destê gelê Kurd. Şerbetek, îksîrek bi gelê Kurd daye vexwarin, ku îspat dike careke din têk naçe. Bi 14'ê Tîrmehê re ruh û rêbaza têkneçûyînê derketiye holê. Ev gelekî girîng e. Ya ku pêwîstiya gelan pê heye jî ev e. Bi taybetî li erdnîgariyeke zehmet a mîna Rojhilata Navîn, li gelê Kurdistanê yê timî di bin dagirkerî û serdestiya hêzên derve de jiyaye, ji vê qîmettir, watedartir ti diyarî nîne. Ji ber vê yekê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, ya civak pêwîstiya xwe pê heye, yanî ruh û rêbaza serketina bi berxwedana di nava şert û mercên herî zehmet de, dane civakê."

'ÎRO BAŞTIR TÊ FÊMKIRIN KU 14'Ê TÎRMEHÊ JI BO KURD Û KURDISTANÊ XALA WERÇERXÊ YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku îro baştir tê fêmkirin 14'ê Tîrmehê ji jiyana gelê Kurd û Kurdistanê xaleke werçerxê ye û destnîşan kir ku yên duh li dijî PKK'ê bûn jî, wateya 14'ê Tîrmehê, wateya PKK'ê ji bo Kurd û Kurdistanê teqdîr dikin.

Karasû got, "Îro li Rojava çawa li ber xwe tê dayîn? Li Şengalê berxwedaneke çawa tê dayîn? Li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê artêşa Tirk, çawa berxwedan hat meşandin? Di nava şert û mercên şerê qirêj ê salên 1990'î de ku bi hezaran gund hatin şewitandin, bi hezaran mirov bi kuştinên kiryar nediyar re hatin qetilkirin, bi sed hezaran mirov li zîndanan hatin bicihkirin de, çawa li ber xwe hat dayîn û ev çawa çawa hatine pûçkirin. Li Kurdistanê bi çi rengî destketiyên mezin hatin afirandin? Dema em van hemûyan bibînin, em van fêm bikin, hingî em ê teşegirtin û rastiya gelê berxwedêr ê 14'ê Tîrmehê afirandiye, baştir fêm bikin."

Karasû diyar kir ku eger îro li Rojava li dijî faşîzma DAIŞ'ê berxwedaneke bi lehengî tê meşandin, li hemberî rêxistineke ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ti hêz nikare li ber xwe bide PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurd li ber xwe dide, eger PYD, YPG û YPJ ên di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwe bi rêxistin kirine li ber xwe didin, ev yek berxwedêriya 14'ê Tîrmehê ye.

Karasû got, "Ji ber ku berxwederiya 14'ê Tîrmehê, di nava şert û mercên herî zehmet de ruhê serketina bi berxwedanê re ye. Ji ber vê yekê merc û zext çiqasî dijwar bin jî, hêza li pêşber çiqasî bêrehm be jî, gelê Kurd û ewladên gelê Kurd li ber xwe didin û bi ser dikevin. Taybetmendiyar herî karakterîstîk a 14'ê Tîrmehê, cihêrengî û ruhê afirandiye, ev e. Ya ku 14'ê Tîrmehê herî baş pênase dike û fêm dike, rastiya gel û milîtanên di şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin e."

'14'Ê TÎRMEHÊ XETA SOSYALÎZMA DEMOKRATÎ VEDIBÊJE'

Karasû anî ziman ku ruhê 14'ê Tîrmehê di roja îro de têkneçûna li Rojhilata Navîn vedibêje û diyar kir ku ev yek, xeta sosyalîzma demokratîk a xwe dispêre biratiya gelên li Rojhilata Navîn e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser gotina Kemal Pîr a digot 'Di Şoreşa Kurdistanê de ez Şoreşa Tirkiyeyê dibînim' û ev xal destnîşan kir: "Êdî di nava Şoreşa Kurdistanê de ne tenê Şoreşa Tirkiyeyê, Şoreşa Rojhilata Navîn tê dîtin. Şoreşa Kurdistanê di heman demê de tê wateya Şoreşa Rojhilata Navîn. Ji xwe Rêber Apo bi gotina 'Her tiştê Kurdistanî di heman demê de gerdûnî ye' ev rastî nîşan da. Baweriya Kemal Pîr a di nava mercên zehmet ên sala 1982'an de ku digot, 'Duh em 6 bûn, îro bûn 16, sibe em ê bibin bi mîlyonan', îro di şoreşa mezin a Rojhilata Navîn de dijî.' Gotina 'Bi qasî ku di oxira wê de bimirim ez ji jiyanê hez dikim' a Kemal Pîr ku di dema rojiya mirinê de bilêv kir, îro di nava gelê Kurd de ye."

DÊ Û BAVÊN KURD ÎRO EWLADÊN XWE YÊN 'BI QASÎ DI OXIRA WÊ BIMIRIN JI JIYANÊ HEZ DIKIN' BI COŞ PÊŞWAZÎ DIKIN

Karasû diyar kir ku di roja îro de dê û bavên Kurd, keç û xortên xwe yên 'bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin' bi coşeke mezin pêşwazî dikin û got, "Ev yek ji aliyê 14'ê Tîrmehê ve hatiye afirandin. Dê û bavên Kurdan êdî dizanin zarokên wan bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê ez dikin. Ji bilî jiyana azad, tercîheke din qebûl nakin. Ji ber ku dizanin hemû alternatîfên jiyana li derveyî jiyana azad mirin in, ji bilî jiyana azad ti jiyanê qebûl nakin û di vê oxirê de canê xwe didin. Û yên ku di 'bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin' rastiyeke gel a ji bo azadiyê jiyana xwe feda dike, afirandine."

'RUHÊ PKK'Ê ÎRO BÛYE RUHÊ GELÊ KURD Û GELÊN ROJHILATA NAVÎN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da zanîn ku rastiya Kurd mîna rojê Rojhilata Navîn ronî dike û ev yek nîşaneya herî şênber a ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Karasû got, "Rêber Apo gotibû 'Ruhê PKK'ê ruhê 14'ê Tîrmehê ye'. Ruhê PKK'ê ûro bûye ruhê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Ruhê 14'ê Tîrmehê ruhekî têk naçe, rêbazeke têk naçe afirandiye. Ev ruh û rêbaza têk naçe gelê Kurd aniye vê astê. Ev ruh û rêbaz ne tenê Kurdistanê wê tevahiya gelên Rojhilata Navîn azad bike û Rojhilata Navîn bike dergûşa azadî, jiyana demokratîk û şaristaniya nû ya demokratîk a cîhanê."