Ji DAIŞ'ê reviyan li zîndanê bi cih bûn
Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir û li gelek deverên Iraqê komkujî pêk anî, bi hezaran Iraqî neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin.
Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir û li gelek deverên Iraqê komkujî pêk anî, bi hezaran Iraqî neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin.
Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir û li gelek deverên Iraqê komkujî pêk anî, bi hezaran Iraqî neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Hin ji wan li kampên penaberan hatin bicihkirin, hin jê jî li cihên cuda di nava şert û mercên zehmet de dijîn.
19 malbatên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Babîlê koç kirin û ev saleke li avahiya zîndaneke berê ya li gundikê Erbet ê Silêmaniyeyê dimîne, bi tenê çend ji mexdûran e. Necîm Abdûllah diyar kir ku ew di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijîn û got, "Em zarok, jin, extiyar hemû bi hev re dimînin. Gelek kes nexweş in. Pirsgirêka me ya elektrîk û avê di asteke xetere de ye."
'PIŞTÎ KU DAIŞ'Ê ÊRÎŞ KIR EM NEÇAR MAN BIREVIN'
Necîm Abdûllah anî ziman ku ji ber tirsa DAIŞ'ê ew ji Babîlê reviyane, her tiştên xwe li dû xwe hiştine û xwe li Başûrê Kurdistanê girtin. Abdûllah saleke xwe bi vî rengî vegot: "Piştî ku DAIŞ'ê êrîş kir em neçar man birevin. Herêma Kurdistanê deriyên xwe li me vekir. Niha 19 malbat em li vir dimînin. Dema em nû hatin, tiştekî me tinebû. Gelê Erbetê alîkarî da me. Em spasiyên xwe pêşkêşî hemûyan dikin."
'BI XÊRA ALÎKARIYAN EM DIJÎN'
Abdûllah diyar kir ku ji roja hatiye û vir ve ew bi alîkariya gel û hikûmeta herêmî dijîn û got, "Kar nîne, em nikarin bixebitin. Lewma zehmet e em debara xwe bikin. Carna em nikarin çareyê ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn re jî bibînin. Em li vir 19 malbat in. Zarok hene, jin hene, extiyar hene. Em hemû di nava hev de ne. Dema em karekî dibînin, em pê kêfxweş dibin. Dîsa jî em mînatdarê her kesê alîkariyê bi me re dikin e. Her çend pirsgirêkên aboriyê, yên debarê hebe jî, qet nebe li vir şer tineye. Ev bi tena serê xwe gelekî girîng e."
Ciwanê bi navê Mahmût Necîm Xatîp Abdûllah jî bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên aboriyê û anî ziman ku ew ê mirovên alîkariyê didin wan, ti carî ji bîr nekin.
Abdûllah anî ziman ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê ew ji Babîlê reviyane û saleke li vir in û got, "Dema em nû hatin, em di rewşeke gelekî zehmet de bûn. Lê belê mirovên li vê derê destê xwe yê alîkariyê dirêjî me kirin. Bi alîkariya wan em debara xwe dikin. Lewma em ê vê ti carî ji bîr nekin. Hikûmeta herêmî hinekî alîkarî bi me re kir. Lê belê dîsa jî nikare bersivê bide pêwîstiyên me hemûyan. Lê belê pirsgirêka me ya herî mezin a li vê derê pirsgirêka av û elektrîkê ye."