Cenazeyê şervanên YPG’ê Kevin Jochim (Dilsoz Bahar) û Marûf Yardimci (Yilmaz Cîlo) yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê-Qoser a Mêrdînê ji aliyê malbatên wan ve hat wergirtin.
Cenazeyê şervanên YPG’ê Kevin Jochim (Dilsoz Bahar) û Marûf Yardimci (Yilmaz Cîlo) yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane di pêşengiya malbatên wan û MEYADER’ê ve ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê-Qoser a Mêrdînê hat wergirtin.
Piştî ku karûbarên cenazeyab temam bû cenaze ji aliyê girseya ku di nava wan de rêveberên bajarê Mêrdînê yên HDP û DBP’ê, hevşaredarên herêmê yên DBP’ê, Dayikên Aşitiyê, KJA û bi sedan welatî jî heyî, bi konvoya sedan wesayîtan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” ketin rê.
Ji ber cenazeyê li navçeya Qoserê ewlekariya zêde jî balkişand, cenaze ji bo kar û barên otopsiyê ber bi Amedê ve ketin rê.