KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li Kobanê teqîn-HAT NÛKIRIN
Li nêzî Dibistana Mihemed Dira ya li başûrê Kobanê ji ber mayînên çeteyan ku hatibûn berhevkirin teqîn pêk hat.
-
Bextewarî û aramiya gel a li cem gerîla
Bextewarî û aramiya pîrozbahiya cejnê ya gel û gerîla hinekî cuda ye. Eger eger mirov bêje 'gel aramiyê li nava gerîla dibîne' wê ev gotin li vî dîmenî were.
-
-
-
-
Li Hesekê serdema nû
Dijminê mirovahiyê çeteya DAIŞ'ê, ji qelsiya ewlekariyê ya rejîma Sûriyeyê sûd wergirt û berî mehekê ji sê baskan ve êrîşî Hesekê kir. Di nava demeke kin de li van her sê baskan, encama li bendê bûn bi dest xistin.
-
Li Wanê polîsan êrîşî gel kirin: 16 birîndar
Polîsên Tirk xwe li pîrozbahiya Şoreşa Rojava ya li taxa Xaçort a Wanê ranegirtin û êrîşî gel kirin. Di encama êrîşê de zarok û jineke ducanî jî di nav de 16 kes birîndar bûn. Tedawiya jina ducanî ya birîndar bû, dewam dike.
-
-
Di çapemeniya alternatîf de dewreya duyemîn
Saziyên Çapemeniya Kurd a li Ewropayê, ji bo xebatên çapemeniyê mezin bikin û bêhtir bala ciwanan bikişînin ser çapmeniye, xebatên xwe yên perwerdeya çapemeniyê dewam dikin.
-
Şoreşa Rojava bi ser ket
Fermandarê Bûrkan El Firat Derwîş got, "Rejîma Baasê jî, zilm û pêkanînên mêtîngeriyê yên jê mezintir jî êdî li vê xakê winda kirine. Ya bi ser ket Şoreşa Rojava ye."
-
-
Li Geliyê Godernê daristan şewitî
Li gundê Barin ê Amedê di daristanê de şewat derket. Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer a xwest Midûriyeta Daristanan mudaxeleyî şewatê bike rastî bersiva, “Ewlekariya canê me nîne. Li her cihî şewat heye em çi bikin?” hat.
-
-
HDP’yiyan Kantona Kobanê ziyaret kirin
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku bi boneya salvegera Şoreşa Rojava çû Kantona Kobanê destnîşan kir ku Rojava ya nepêkan kir gengaz û wiha got: "Rojava ji hemû gelên cîhanê re nîşan da ku jiyanek nû gengaz e.
-
li Çiyayê Cûdî Nobed didome
Li Çiyayê Cûdî ku 4 roj in agir berdewam dike. welatiya agir xistin bin kontrola xwe û dan zanîn ku bi îhtimala ku agir derkeve li qadê nobedgirtine berdewam dikin.
-
Koordînasyona sê kantonan 19’ê Tîrmehê pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a sê Kantonên Rojava bi wesîleya sêyemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê herêmê hate pîrozkirin.
-
-
KJK: Şoreşa Rojava bûye garantiya jiyana gelan
Koordînasyona KJK’ê got: “Hêza parastinê û sîstema li Rojava tê pêşxistin bûye garantiya jiyana Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û gelek gelan û ji bo mirovatiyê bûye mînaka herî berbiçav û pratîk a têkoşîna azadiyê.”
-
Pirsûs îro şoreşa Kobanê silav dike
Îro saet 17:00'an li navçeya Pirsûsê ku sînorê Kobanê ye wê Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi mîtîngekê bê silavkirin. Beriya mîtîngê wê heyetek bi Serokatiya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag re biçe serdana Kobanê.
-
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê
Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyên şervanên YPG’ê Laleş Cûdî û Rustem Egîd ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Berkevirê ya Şehîd Rustem spartin axê.
-