Li Pirsûsê dehezaran Şoreşa Rojava pîroz kirin
Li Pirsûsa Rihayê ku 3'yemîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin bi dehezaran kes tevlî mîtîngê bûn.
Li Pirsûsa Rihayê ku 3'yemîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin bi dehezaran kes tevlî mîtîngê bûn.
Li Pirsûsa Rihayê ku 3'yemîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin bi dehezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Di mîtînga li Qada Cumhuriyetê pêk hat, dirûşmên, "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e", "Ji zarokên rojê û agir re bi hezar silav", "Jin heqîqeta jiyanê ye" û "Ji Kobanê heta Îmraliyê sonda azadî" hatin berzkirin.
Destpêkê endamê DEM-GENÇ'ê Mazlum Akiş axivî û diyar kir ku Rojava ku dengê yekemîn a Rojhilata Navîn e, di xeta Ocalan de fêkiya yekemîn a diyariya cîhanê ye û wiha got: "Lêgerîna jiyana demokratîk û wekhev bi Şoreşa Rojava ket meriyetê.
Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan jî anî ziman ku îro rojek gelek girîng e û wiha got: "Ji ber ku 3'yemîn salvegera Şoreşa Rojava ye. Birêz Ocalan di bin tecrîdekê de ye û em vê yekê lanet dikin. Em dixwazin êdî ji vir û şûn ve Serokatî di nava gel de be û pirsgirêkan çareser bike."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna da zanîn ku 19'ê Tîrmehê di dîroka Kurdan de yek ji roja herî girîng e.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê ji Rojhilata Navîn re rûpelek nû hat vekirin û wiha got: "Li sînorê rojava tang na divê dengê aştiyê bilind bibe. Rojava birayê Tirkiyeyê ye. Sînorê gelan û mirovatiya mezin e. Di salvegera Şoreşa Rojava de em bang dikin ku ev sînor ji holê bên rakirin.”