Baroya Amedê: Li dijî êrîşan divê bi rêxistinî tedbîr bên girtin
Baroya Amedê da xuyakirin ku êrîşa li Pirsûsê nîşan daye ku gelê Kurd û hemû civak bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye.
Baroya Amedê da xuyakirin ku êrîşa li Pirsûsê nîşan daye ku gelê Kurd û hemû civak bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye.
Baroya Amedê da xuyakirin ku êrîşa li Pirsûsê nîşan daye ku gelê Kurd û hemû civak bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye.
Li ser navê Desteya Rêveberiyê ya Baroya Amedê Serokê Baroyê Parêzer Tahîr Elçî daxuyaniyek da û êrîş bi nefret şermezar kir, ji tevahiya civakê re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
'DIVÊ CIVAKA ME BI AWAYEKÎ RÊXISTINBÛYÎ TEDBÎRAN BIGIRE'
Parêzer Elçî got, "Hêzên ku nikarin xwe di destketî û serketinên civaka Kurd a li Rojava rabigirin, bi rêya koma barbar a jê re DAIŞ tê gotin, dest bi êrîşeke plankirî kirine."
Elçî got, "Civaka me ya ku bi êrîşeke plankirî û berfireh re rû bi rû ye, divê hay ji xwe hebe û bi awayekî rêxistinbûyî li dijî van êrîşên hov tedbîrên xwe bigire. Hînê pêwîstiya birîndaran bi alîkariya destpêkê, xwînê û desteka lezgîn a tibî heye. Bê şik û guman wê civaka me bi gelê me yê li Pirsûs û Kobanê re di asta herî bilind de piştevaniyê bike."
Li aliyê din, bi êrîşa bombeyî ya li mîtînga HDP'ê ya li Amedê re diviyabû bihata dîtin ku êrîşên bi heman rengî dikare li herêmê rû bide û tedbîrên pêwîst bihata girtin. Divê meqamên edlî û îdarî gengaziya rûdana van êrîşan li ber çavan bigirin, tedbîran bigirin û hem kiryarên êrîşê hem jî hêzên li pişt wan bi lezgînî derxînin holê."
'MIROVAHÎ BI XETERIYÊ RE RÛ BI RÛ YE'
Parêzer Elçî ji gelên cîhanê û civaka navneteweyî xwest ku bibîne mirovahî bi xeteriyeke çawa re rû bi rû ye û li dijî van komên barbar, destekê bide gelê Kurd.