Ji KCD’ê der barê şewata Cûdî û pirêzeyan de daxuyanî

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî şewata li Çiyayê Cûdî ku ji ber topbarana leşkeran rû da, daxuyaniyek nivîskî da.

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê rayedarên ku neketin nava hewldanên temirandina agir şermezar kir û got:  "Rayederên dewletê yê ji bo Roboskî daxuyaniya ‘komeke ku wek terorîst hatiye dîtin ji aliyê TSK’ê ve hatiye bombebaran kirin û 34 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane’ kiriye, îro jî daxuyaniya ‘Ji bo derbasbûna PKK’ê avêtina topan dihat kirin’ dan. Hikûmet û rayedarên TSK’ê ku bi hincetan pêvajoyê sabote dikin, di komkujiyên ku dikin de jî hewl didin xwe paqij nîşan bidin.

Daxuyaniya weke ‘li Cudî windahiya can tine jî’ desthilatdariya mirovan a li ser xwezayê nîşan dide. Zîhniyeta ku ti zindiyên li xwezayê zindî nabîne jî wek dewlet jî desthilatdariya xwe ya li ser civakê nîşan dide.

Komkujiya Zîlanê, şewitandina daristanan, kuştinên kiryar nediyar, asîmîlasyon, koçberkirin, îşkence û şewitandina gundan… îro jî  bi qerekol û bendavan xwezaya Kurdistanê tên şewitandin û şîdet îro jî dodme. Ev jî bê samimiyetbûna dewletê ya li dijî pêvajoyê nîşan dide."

NEXWEŞIYAN ZÊDE DIKE

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser şewata pirêzê û wiha hate gotin: "Di encama lêkolîna hatiye kirin de şewitandina pirêzeyan hemû dewlemendiya xakê kêm dike. Her wiha ligel vê di jiyana civakî de jî bi taybet di nexweşiyên bîhndanê de bandora wê gelek zêde ye.  Dibe sedema nexweşiyên bronşîta kronîk (KOAH) û astimê.  Ev partîkulên şewatê di boxaz, qirikê de şewatê çêdike. Çav û difin şil dibin. Yanî bi rêya bîhndanê tevlî xwînê dibe û di salên pêş de dibe sedema mirinan. Bandorên weke cîgareyê di beden de çêdike. Di dema şewatan de  zindî hemû cihê xwe terk dikin an jî dimirin. Ev ji bo ti kesî ne bi fêdeye. Ev komkujiya xwezayê sûc e."