Salvegera Şoreşa Rojava li Rûsyayê hat pîrozkirin
3. Salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li bajarên Tambov, Yaroslavl û Moskow ên Rûsyayê hat pîrozkirin.
3. Salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li bajarên Tambov, Yaroslavl û Moskow ên Rûsyayê hat pîrozkirin.
Kurdên li Rûsyayê dijîn û dostên wan, li bajarên Tambov, Yaroslavl û Moskow ên Rûsyayê, bi civîn û konseran 3. Salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Di civînên bi vê armancê hatin lidarxistin de, destketiyên 3 salên şoreşê û têkoşîna di vê oxirê de hat dayîn, hatin vegotin.
Çalakiyên li Tambov û Moskowê bi du beşan pêk hatin. Piştî nirxandina Şoreşa Rojava û gelemperiya Kurdistanê, konser hat dayîn.