Li Hambûrg û Mannheîm pîrozbahiyên şoreşê

Li bajarên Hambûrg û Mannheîm ên Elmanyayê, Şoreşa Rojava di salvegera 3. de hat pîrozkirin.

Li bajarên Hambûrg û Mannheîm ên Elmanyayê, Şoreşa Rojava di salvegera 3. de hat pîrozkirin.

Şoreşa Rojava di salvegera sêyemîn de ji aliyê Kurdan û dostên wan ên li Hambûrgê dijîn ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di mîtînga li taxa Sternschanze de ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Piştre nûnerê PYD’ê yê Hambûrgê Ferhat Kobanê axivî û diyar kir ku ew şoreşa Rojava ya ku bi xwîn, ked û têkoşînê hatiye afirandin silav dikin.

Ferhat Kobanê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku bi şoreşê re li Rojava pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û Kurdên ku nasname, zimanê wan hatiye înkarkirin ji nû ve derketine ser dika dîrokê. 

Endama Meclîsa Jinan a Rojbîn Anja Flach jî çavderiyên xwe yên li Rojava di mîtîngê de bi gel re parve kir. Flach bilêv kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û got: "Şoreşa Rojava li hemû cîhanê ji bo gelên bindest hêvî afirandiye û ji vir şûn de jî divê şoreş bê parastin û pêşxistin."

Meleyê Mizgefta Şex Seîd Melle Saît Akbana jî axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava qezenca hemû mirovahiyê ye. Akbana got: "Şoreşa li Rojava hatiye kirin ji bo hemû pêkhateyên li herêmê bûye rizgarî. Dijminê mirovahiyê yên şoreşê hezm nakin êrîşî vir dikin û hewl didin şoreşê têk bibin. Şurekaya dewleta Tirk ya ji bo Fîlîstînê rondikên sexte dibarîne, mixabin li vir jî li dijî kesên êrîşê pêk tînin bêdeng dimînin. Li Cûdî ev sê roj in daristan bi sewalan re dişewitin. Li Cûdî mirovahî dişewite. Mixabin rayedarên dewletê weke her demê li dijî vê jî bêdengiya xwe diparêze."

Mîtîng bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Kobanê', 'Bijî berxwedana Rojava' bi dawî bû.

Li bajarê Mannheîm jî salvegera şoreşa Rojava bi seyranekê hat pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîknîkê bûn û hevserokê Navenda Civaka Kurd Halîs Dogan axaftinek kir.  Dogan got ew bi ruhê 15’ê Tebaxê şoreşa Rojava silav dikin.

Dogan bilêv kir ku li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa Rojava niha serketinê dijî. Dogan da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlklirinê û diyar kir ku roja Çarşemê 22’ê Tîrmehê saet di 19:00'an de wê li Wassertûrm meşek pêk bê û banga beşdarbûnê kir.

Piştre Ozan Berbang û Koma Oz Riha derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

...