Li Geliyê Godernê daristan şewitî

Li gundê Barin ê Amedê di daristanê de şewat derket. Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer a xwest Midûriyeta Daristanan mudaxeleyî şewatê bike rastî bersiva, “Ewlekariya canê me nîne. Li her cihî şewat heye em çi bikin?” hat.

Li Kurdistanê şewata daristanan her diçe ku zêde dibe, li gundê Barin ê Amedê li qada daristanî şewat derket. Destpêkê ku ekîbên îtfaiyeyê mudaxeleyî şewatê kirin, ji ber şewat ber bi Geliyê Godernê yê xwedî girîngiyeke dîrokî û daristanî ye belav bû, Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer li Midûriyeta Daristanan geriya.

Suer a ji rayedaran xwest mudaxeleyî şewatê bikin, hat ragihandin ku Suer rastî  bersiva, “Ewlekariya canê me nîne. Li her cihî şewat heye em çi bikin?” hat. Li herêma ku şewat didome gel bi guman rawestiyaye.