Koordînasyona sê kantonan 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a sê Kantonên Rojava bi wesîleya sêyemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê herêmê hate pîrozkirin.

Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber a sê Kantonên Rojava bi wesîleya sêyemîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku şoreşa Rojava cihê serbilindiyê ye. Daxuyaniya Kordînasyonê wiha ye: “Bi destpêka sala 4’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku sala 2012’an li Kobanê destpê kir. Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk bûye mînak ji hemû gelê Sûriyeyê ye.ˮ

Di daxuyaniyê de berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê hate silavkirin û hate gotin ku şoreşa Rojava wê bi hemû hêza xwe parastina destketiyên şoreşê bikin û hate gotin ku şoreşa Rojava şoreşa avakirina mirovên azad e.”