HDP’yiyan Kantona Kobanê ziyaret kirin
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku bi boneya salvegera Şoreşa Rojava çû Kantona Kobanê destnîşan kir ku Rojava ya nepêkan kir gengaz û wiha got: "Rojava ji hemû gelên cîhanê re nîşan da ku jiyanek nû gengaz e.

Bi boneya Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê heyeta ku di navbera wan de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan û Ziya Çalişkan jî hebûn çûn serdana Kantona Kobanê. Heyet li ber deriyê Sînor yê Murşîtpinarê ji aliyê Hevseroka PYD'ê Asya Abdulla û Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim ve hatin pêşwazîkirin. Li vê derê destpêkê Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim axivî û ji ber ziyareta heyetê spasiyên xwe pêşkeş kir.
Piştî Muslim Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û da zanîn ku ew her tim li gel Rojava ya ku parastina "Mirovatiya Mezin" dikin û wiha got: "Ji bo avakirina Kobanê em ê piştgiriya pêwîst bidin. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Sûriyeyê rûpelek nû hat vekirin. Ev rûpel jiyana hevbeş a biratiya gelan e ku karibin bi hev re bijîn. 3 sal berê gel nîşan da ku li şûna şer û pevçûnan jiyana demokratîk, wekhev û azad gengaz e. Rojava bi vê şoreşê bû xeyalên gelan. Rojava ne tenê şer e, her wiha keyfxweşî, xeyal û hêviyên me ye jî. Wê ti kes nikaribe ku xeyalên me têk bibe.
Piştî Yuksekdag Hevseroka PYD'ê Asya Abdulla axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava li dijî hemû êrîşan bi berxwedana ku nîşan da ket sala xwe ya sêyemîn û got ku wê ew ê parastina xwe ya li hemberî modela ku ava kirine berdewam bikin.
Piştî axaftinan ziyaret ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û piştre jî heyet ji Kobanê veqetiya.