Dîlek Ocalan: Nêzî 30 cenaze hene

Parlamentera HDP’ê Ocalan, têkildarî êrîşa Pirsûsê diyar kir ku nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Parlamentera Riha ya HDP’ê Dîlek Ocalan a ji ANF’ê re axivî agahiyên ji şahidên bûyerê wiha vegot: “Em pê hesiyan ku kesekî bombeya bi çenteyê xwe yan jî bi xwe ve girêdayî teqand.”

Ocalan, diyar kir ku nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û got: “Li erdê nêzî 30 cenaze hene. Ji ber gelek ji wan parçe bûne em hejmara zelal nizanin. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.”

Ocalan diyar kir ku lêpirsîna têkildarî bûyerê didome û banga hestyariyê li bajarên derdorê kir.