Li gundê Helinc navenda Asayîşê hate vekirin

Navenda Asayîşê li gundê Helinc a rojhilatê Kobanê bi merasîmekê hate vekirin.

Navenda Asayîşê li gundê Helinc a rojhilatê Kobanê bi merasîmekê hate vekirin.

Li ser daxwaza şêniyên gundên Helinc a rojhilatê Kobanê Rêveberiya Asayîşê navendeke Asayîşê li gund vekir. 20 gundî beşdarî nava hêzên Asayîşa gund bûn. Endamên Asayîşê dewreya wan li gund û gundên derdorê derdikevin.

Têkildarî mijarê endamê Rêveber ê Asayîşa Helinc Xalid Mihemed diyar kir ku komên çete êrîşî Kobanê dikin û wan jî navend bi armanca parastina herêmê û kontrolkirina hemû herêmê hatiye vekirin.

Mihemed destnîşan kir ku 20 kes ji gund beşdarî navendê bûne û got dema xebatên wan aktîf bibin wê navenda Asayîşa jinan vekin.