Li Wanê polîsan êrîşî gel kirin: 16 birîndar

Polîsên Tirk xwe li pîrozbahiya Şoreşa Rojava ya li taxa Xaçort a Wanê ranegirtin û êrîşî gel kirin. Di encama êrîşê de zarok û jineke ducanî jî di nav de 16 kes birîndar bûn. Tedawiya jina ducanî ya birîndar bû, dewam dike.

Di salvegera 3. de Şoreşa Rojava li taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû hat pîrozkirin. Lê belê polîsan bi TOMA, panzer û maşînên zirxî yên bi tîpa akrep, êrîşî gel kirin. Di pevçûna piştî êrîşê destpê kir de polîsan bi zanebûn bombeyên gazê avêtin nava malan. Zarok û jineke ducanî jî di nav de 16 kes ji ber vê êrîşê birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Her wiha camên gelek malan jî ji ber bombeyên gazê şikestin.

Parlamenterên HDP'ê Remzî Ozgokçe, Yûrdûsez Ozsokmenler û Tûba Hezer, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Hamiyet Şahîn û Munîr Aras, rêveberiyên partiyê yên bi bûyerê hesiyan, hatin taxê. HDP'yî û DBP'yiyan nerazîbûneke tund nîşanî helwesta polîsan dan û birîndarên li nexweşxaneyan ziyaret kirin.

...