Koordînasyona KJK’ê ya têkildarî 4. salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da. KJK’ê got: “Hêz û sîstema parastinê ya li Rojava li hemberî metîrsî û gefên komkujî, qirkirinên bi taybet li ser gelê Kurd, bi giştî jî li ser gelê herêmê tê pêşxistin bûye garantiya jiyanê ya gelên Kurd, Ereb, Siryanî, Tirkmen û gelek gelan û ji bo mirovatiyê bûye mînaka herî berbiçav û pratîk a têkoşîna azadiyê.”
Koordînasyona KJK’ê 4. salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an a encama herî girîng û dîrokî ya têkoşîna 40 salan di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.
Koordînasyona KJK’ê got: “Di şexsê Rûken, Azîme, Şervîn, Şîlan, Zîlan, Sara, Silav, Îvana, Dilsoz û Arînan ên bi berdêla canê xwe têkoşîn bi hêviya şoreş, ked û berxwedanê şîn kirin û bi awayekî fedayî li ber xwe dan em şehîdên têkoşîna azadiyê bi minet bibîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin. Di salvegera çaremîn a Şoreşa Rojava ya veguherî şoreşa gelan û Şoreşa Rojava ya bi tecrûbe û keda 40 salan a têkoşîna azadiya Kurdistanê gihişt lûtkeyê careke din ne tenê nirxên neteweyeke demokratîk di heman demê de çi li herêmê çi li cîhanê daxwazên demokratîk ên gelan, bawerî û lêgerînên azadiyê parastiye û bi serketinên girîng re li ser navê mirovatiyê têkoşîneke mezin nîşan daye.” Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku pergala jiyana xweser a demokratîk a li Rojava pêş ket, gelên herêmê û cîhanê xwedî lê derket beriya herî tiştî bi pêşengiya jinê re gihişt asteke pêngavî.
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku berxwedana jiyana azad a Kobanê bi tîpên zêrîn ket dîrokê û got, “Hêz û sîstema parastinê ya li Rojava li hemberî metîrsî û gefên komkujî, qirkirinên bi taybet li ser gelê Kurd, bi giştî jî li ser gelê herêmê tê pêşxistin bûye garantiya jiyanê ya gelên Kurd, Ereb, Siryanî, Tirkmen û gelek gelan û ji bo mirovatiyê bûye mînaka herî berbiçav û pratîk a têkoşîna azadiyê. Berxwedana Rojava ya di pêşengiya YPG’ê û YPJ’ê de hat pêşxistin, li Kobanê di kesayeta Jînda, Revan, Arînan û bi sedan şehîdên bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine bêmiriniyê, êrîşên çeteyên faşîst têkşikandine û têkoşîna jina azad a Kurd bûye hêviya hemû jinên cîhanê. Berxwedana destanwarî ya li tevayî Rojava, hema hema di her metreyê de tê meşandin ji bo mirovahiyê û gelan bûye bersiva azadiyê, bi sîstema demokratîk a jiyana nû ya tê avakirin re di serî de bûye têkoşîna mafên bingehîn a jinan û mirovan.
Di vê çarçoveyê de herî dawiyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hemberî destketiyên li Rojava gelê Kurd bi dest xist di serî de jî li hemberî şervanên YPG/YPJ’ê xwe winda kiriye, bi vê re jî tecrîda li ser Rêber Apo bi girankirina şert û mercan re didomîne.Pêwîst e gelê Kurd di serî de li Rojava xwedî li berxwedana Rêber Apo pêş xistiye û pêşengiya wê dike derkeve, gelê Kurd îro pêwîst e li her qadê pêwîst e xwedî li paradîgmaya demokratîk a Rêber Apo derkeve û tevî her tiştî jî têkoşîn û berxwedana azadiyê ya Rêber Apo bilind bike. Gelê Kurd ê nûnertiya herî jor a berpirsyarî û hişmendiya polîtîk û exlaqî dike, çawa li Rojava bi nirxên xwe re xwedî li nirxên mirovahiyê jî derketibe, pêwîst e îro ji bo azadiya pêşeng û mîmarê têkoşîna azadiyê Rêber Apo jî têkoşîna xwe bilind bikin. Jina Kurd a di têkoşîna azadiya Kurd de bûye xwedî tecrûbeya rêxistinî, bi pêşengiya li Rojava nîşan daye jî, rêxistina xwe hema hema di hemû qadên jiyanê de pêş xistiye û ev kiriye malê jin û mirovên cîhanê. Ev asta rêxistinkirinê û berxwedanê ya xwedî wateya dîrokî, li derdora paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bûye û tenê bi pêkanîna azadiya Rêber Apo re dikare bikeve garantiyê.”