Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê spartin axê
Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê cenazeyên şervanên YPG’ê Laleş Cûdî û Rustem Egîd ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Berkevirê ya Şehîd Rustem spartin axê.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê û gundên derdorê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanên YPG’ê Alan Ferhan (Laleş Cûdî) ê 17’ê Tîrmehê di berxwedana gundê Nestel a rojavayê bajaroka Mebrûka û şervanê YPG’ê Îbradîm El-Ebid ê 16’ê Tîrmehê di berxwedana Girê Spî de jiyana xwe ji dest dabûn li ber nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bûn.
Girseya gel ku bê navber dirûşm berz dikirin û wêneyên şervanan rakiribûn, piştî wergirtina cenazeyan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê derketin rê. Di heman demê bi sedan welatiyên Dirbêsiyê li ber saziya malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ber bi goristanê derketin rê.
Li rêya ketina goristanê her du karwan gihiştin hev. Li vir girseyê cenaze li ser milan kirin û ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê merasîm hate li darxistin.
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îda Erdal, li ser navê TEV-DEM’ê Hevserokê Meclîsa Gel ê Dirbêsiyê Mihemed Til Kermê, li ser navê YPJ’ê Sorxwîn Amed, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Rustem Egîd birayê wî şervanê Yekîneyên Antî Teror ên YPG’ê Demhat Serêkaniyê û li ser navê malbata şervanê YPG’ê Îbrahîm El-Ebid jî bavê wî Siûd El-Ebid, axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola berxwedêrên azadiyê yên li dijî çeteyan şer dikin û jiyana xwe ji dest dan û hate gotin ku bi saya berxwedana şervanan herêm tê rizgarkirin. Di axaftinan de her wiha soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Piştî axaftinan nasnameya şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşman spartin axê.