Pirsûs îro şoreşa Kobanê silav dike
Îro saet 17:00'an li navçeya Pirsûsê ku sînorê Kobanê ye wê Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi mîtîngekê bê silavkirin. Beriya mîtîngê wê heyetek bi Serokatiya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag re biçe serdana Kobanê.

3. salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an destpê kiribû, îro li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi mîtîngekê tê pîrozkirin, tê payîn ku bi hezaran kes tevlî vê pîrozbahiyê bibin. Pirsûsî jî amadekariya pêşwazikirina mêvanan dikin a mîtînga li Qada Cumhuriyetê bibin.
Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku hemû amadekarî hatine kirin û agahî da ku beriya mîtîngê wê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbasî Kobanê bibe û li wir cejn û salvegera şoreşê li rayedarên Kantona Kobanê pîroz bikin. Ozbîngol ji bo salvegara şoreşê ev nirxandina kir: "Em dizanin ku salvegera netewebûna demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn gelek bi nirx e. Divê hemû gelên cîhanê vê rojê nas bikin. Berxwedana li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê hat dayîn jî rûmeta şoreşê bilindtir kir. Em ê dengê xwe bi hemû gelê xwe re bigihînin Kobanê."
Çavlirê ye ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Ziya Çalişkan, hevserokên şaredariyan û bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin. Hate zanîn ku wê welatiyên ji Kobanê ku di kampên Arîn Mîrkan, Şehîd Gelhat û AFAD'ê de dimînin jî tevlî mîtîngê bibin.