Li Hesekê serdema nû
Dijminê mirovahiyê çeteya DAIŞ'ê, ji qelsiya ewlekariyê ya rejîma Sûriyeyê sûd wergirt û berî mehekê ji sê baskan ve êrîşî Hesekê kir. Di nava demeke kin de li van her sê baskan, encama li bendê bûn bi dest xistin.
Dijminê mirovahiyê çeteya DAIŞ'ê, ji qelsiya ewlekariyê ya rejîma Sûriyeyê sûd wergirt û berî mehekê ji sê baskan ve êrîşî Hesekê kir. Di nava demeke kin de li van her sê baskan, encama li bendê bûn bi dest xistin.
Dijminê mirovahiyê çeteya DAIŞ'ê, ji qelsiya ewlekariyê ya rejîma Sûriyeyê sûd wergirt û berî mehekê ji sê baskan ve êrîşî Hesekê kir. Di nava demeke kin de li van her sê baskan, encama li bendê bûn bi dest xistin. Neşwê, Wîran û baskê din Xêzil û Vilayetî Sor ketin bin kontrola DAIŞ'ê. Xiyaneta dîrokî ya Mûqannaînên ser bi rejîmê, ev pêvajo hêsan kir.
Bi destpêkirina van êrîşên çeteyan ên ji sê baskan ve, şervanên YPG/YPJ'ê xeteke parastinê ya ji 20 kîlometreyî ava kirin.
XELEKA PARASTINÊ
Di xeleka parastinê ya bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê de, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), Hêzên Parastina Cewherî (HPG) û hêzên xwe parastinê yên ser bi komunên taxan cih girtin. Û xeleka parastinê li navenda bajêr bi qasî 3 kîlometreyan berfirehtir bû.
Ev xeleka parastinê ku ji gelekî berxwedêr bi bedena xwe çêkir, rastî destekeke mein a gel hat. Di ser hêzên rejîmê yên nikarîbûn li hemberî çeteyan li ber xwe bidin derbas bû û li ser hev derb li çeteyan xist.
Di destpêkê de benda li pêşiya bajêr benda kontrolê ya Xêzilê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Dûre jî taxa Ezîziye hat azadkirin. Piştre rêya Hol ku ji van nuqteyan re hêza teqwiye jê dihat hat kontrolkirin û Girê Kewkepê hat ewlekirin.
YEK JI OPERASYONÊN HERÎ ZEHMET BÛ
Li qada Hawizê ku beriya niha 11 şervanên YPG/YPJ'ê lê jiyana xwe ji dest dabûn, çete hatin dorpêçkirin û operasyonê destpê kir. Ev operasyon ji ber şert û mercên cografîk, yek ji operasyonên herî zehmet bû. Armanca operasyonê ew bû rêya Reqa-Şedadê ku rêya jiyanî ya DAIŞ'ê bû, bê qutkirin. Li qada ku germaniya li çolê digihaşt 60 pileyî, şervanan di destpêkê de Pira Spî ya li ser rêya Reqa kontrolkirin û hiştin ku DAIŞ nikaribe ji Reqayê derkeve. Vê pêngavê hem êrîşên li ser Hesekê sivik kir hem jî moral û motîvasyona çeteyan têk bir.
Piştî demeke kurt, navenda elektrîkê ku koma Heccacî ya ser bi Îranê weke baregeh bi kar dianî, lê ji DAIŞ'ê re hişt, hat azadkirin. Bi vê yekê re rêya Şedadê ku weke rêya revê dihat bikaranîn, hat girtin.
XELEK HAT TEMAMKIRIN
Bi azadkirina Vilayetî Sor û santrala elektrîkê re Hesekê bi temamî ket nava dorpêçiya şervanên YPG/YPJ'ê. Ev yek ji bo bajêr tê wateya destpêkirina serdemeke nû.
Her çend rêyên Reqa, Hol û Şedadê ji aliyê leşkerî ve stratejîk bin jî, herêmên li Hesekê yên ketin nava dorpêçiya YPG/YPJ'ê, rêyên bazirganiyê yên ber bi Şam û Dêra Zor in. Ev herêma ku beriya niha leşkerîn rejîmê lê xerc li ser gel ferz dikirin û piştre ji ber gefa êrîşê ya çeteyan razemenî lê bi temamî skinî, êdî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve tên parastin. Herêm wê êdî bibe yek ji navendên mezin ên razemeniyê yên Kantona Cizîrê.
PEYAMA 'EM AMADE NE'
Operasyonên dawî yên li Hesekê careke din asta taktîka leşkerî, serketin û profesyoneliyê ya YPG/YPJ'ê nîşan dan. Bi van operasyonan re peyam hat dayîn ku ji her şêwe operasyonên li Reqa û Mûsilê yên li dijî DAIŞ'ê amade ne. Ya herî girîng jî di salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de careke din bicihanîna pêwîstiyên şoreşê û dilsoziya bi soza destpêkê re hat îlankirin.