KCK: AKP'ê bi tecrîd û şerê psîkolojîk re agirbest jî bêçalakîtî jî bi temamî qedand

KCK: Hikûmeta AKP'ê ku ev du sal û nîv in li gorî agirbestê tevnagere, bi tecrîda giran û şerê psîkolojîk ê li hemberî Rêber Apo re agirbest jî, rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî qedandiye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Rêberê me ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ev 25 sal in hewldanên mezin nîşan dide, di sala 2013'an de manîfestoya çareseriya demokratîk destnîşan kir û ev du sal û nîv in agirbest û rewşa bêçalakîtiyê afirandiye, zêdeyî sê meh û nîv e di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hikûmeta AKP'ê ku ev du sal û nîv in li gorî agirbestê tevnagere, bi tecrîda giran û şerê psîkolojîk ê li hemberî Rêber Apo re agirbest jî, rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî qedandiye."

'JI BO ÇARESERIYÊ GELEK CARAN FIRSEND HAT DAYÎN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd bi îlankirina agirbestê re, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran firsend daye dewleta Tirk. Piraniya van agirbestan jî di dema hikûmeta AKP'ê de hatine îlankirin. Lê belê hikûmeta AKP'ê ev firsend bi tenê ji bo qezençkirina hilbijartin û referandûmê nrixandiye. Piştî hevdîtinên Oslo yên 2011'an Rêber Apo belgeyeke çareseriyê amade kiriye û pêşkêşî hikûmetê kiriye. Rêber Apo piştî pêşkêşkirina vê belgeyê xwestiy meclîs bikeve dewrê. Lê belê Tayyîp Erdogan, piştî hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011'an, li şûna ku ji bo çareseriya demokratîk gavê biavêje, konsepta dorpêçkirin, êrîş û tinekirinê ya Srî Lanka xistiye dewrê. Şerekî ku rê li ber mirina zêdeyî hezar leşkeran û ji destdayîna jiyana bi sedan gerîlayan vekiriye, rû daye. Piştî vî şerî dewleta Tirk ketiye rewşeke welê ku nikarîbû ji qereqolên xwe derkeve; bi Şoreşa Rojava re ne tenê li nava Tirkiyeyê, ji aliyê polîtîka derve ve jî ketiye rewşeke zehmet. Bi berxwedanên li girtîgehan re hikûmet hejiya ye û katiye ber radeya hilweşîne. Hikûmeta AKP ket nava rewşeke welê ku ji bo li ser piyan bimîne, Serokdewletê hingî yê Misirê Mûrsî û Serokê Rêveberiya Kurd a Herêmî vegxwend kongreya AKP'ê ya payîza 2012'an û hewl da li ser piyan bimîne.

Rêber Apo di vê demê de gihîşt wê baweriyê ku hikûmeta AKP'ê wê fêm bike ji şer nikare encamê werbigire û nêzîkatiyeke erênî li serlêdana ji bo agirbestê nîşan da. Hikûmeta AKP'ê diyar kir û soz da ku eger agirbest pêk were, gerîla vîna vekişînê nîşan bide û dest bi vekşînê bike, ew ê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd guhertinên qanûnî û destûra bingehîn bike. Rêber Apo di vê çarçoveyê de di Newroza 2013'an de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya prisgirêka Kurd manîfestoyek li ber çahîdiya mîlyonan mirovan, ji devê heyeta HDP'ê pêşkêşî gelê me û raya giştî kir. Tevgera Azadiyê jî weke bersiva li vê manîfestoyê, agirbesta di dawiya sala 2012'an de ket meriyetê, fermî kir."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de bal hat kişandin ser van xalan:

"Tevgera me ya azadiyê weke gava duyemîn ji 8'ê Gulanê û pê ve dest bi vekişandina hêzên gerîla ji sînorên Tirkiyeyê kir. Dema hêzên gerîla kom bi kom xwe vedikişan Herêmên Parastinê yên Medyayê, AKP tevî ku gavên qanûnî û destûra bingehîn ên soza wan dabû bicih neanî, ji devê Bulent Arinç got, 'Heta dojehê rêya wan heye' û bi vî rengî niyeta xwe ya neçareseriyê nîşan da. Qîmet neda vekişîna gerîla ku gaveke gelekî girîng e. Hat fêmkirin ku bi tenê ji bo xwe ji rewşa tengav a polîtîk rizgar bike, agirbest xwestiye. Jİ ber vê yekê vekişîna gerîla hat sekinandin û ji bo hikûmeta AKP'ê cidî be, bi berpirsyarî tevbigere û gavê biavêje, peyam hat dayîn. Lê belê ji bo qezençkirina hilbijartina dema nêz agirbest têra xwe dîtin û bi neavêtina gavan re sal bihurandin.

MUTEBEQATA DOLMABAHÇEYÊ PÊŞKÊŞÎ RAYA GIŞTÎ HAT KIRIN

Rêber Apo ji ber ku dît polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya neçareseriyê wê ji nû ve rê li ber şer veke, li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberîg gelên me, ji bo firsendeke din bide hikûmet AKP'ê, di dawiya sala 2014'an de jib o çareseriya demokratîk pêşnûmeya muzakereyê pêşkêşî hikûmetê û tevgera me kiriye. Hikûmeta AKP'ê ev pêşnûmeya muzakereyê jî kir amûreke mijûlkirinê, bi pûçkirina teqwîma pratîkkirinê re, vala derxistiye. Piştî ku tevgera me ragihand ku vê helwestê qebûl nake, di encama hevdîtinên navbera Rêber Apo û rayedarên dewletê-hikûmetê, di 28'ê Sibatê de mutebeqeta Dolmabahçeyê pêşkêşî raya giştî hat kirin. Hevdîtinên bi salan hatin meşandin yekemcar li pêşiya raya giştî veguherî mutebeqetê. Bi vî rengî çarçoveyek ji bo muzakereyê hat afirandin.

ERDOGAN BI GOTINA 'MUTEBEQETA DOLMABAHÇEYÊ NÎNE' RE ZÎHNIYETA XWE NÎŞAN DA

Di rewşeke ku bi mutebeqeta Dolmabahçeyê re ji bo demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde hêvî ji bo gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd derket holê de, Tayyîp Erdogan got, 'Alî nîne, mase nîne, muzakere nîne, pirsgirêka Kurd nîne' û bi vî rengî rûyê xwe yê rast nîşan da ku polîtîkayeke xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Tayyîp Erdogan xeteriyên hundir û derve ji xwe re kir hincet û xwest rejîmeke bêhtir otorîter biafirîne. Lê Rêber Apo bi mutebeqeta Dolmabahçeyê re alternatîfa demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê nîşan da. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gel polîtîkayên Tayyîp Erdogan û AKP'ê red kir û bijarteya çareseriya pirsgirêka û demokratîkbûyînê ya ku Rêber Apo û tevgear me danî pêşiya gelên Tirkiyeyê, erê kir.

Lê belê hikûmeta AKP, li şûna rast xwendina encamên hilbijartinê û bicihanîna berpirsyariyên wê, li ser paradîgma û polîtîkayên berê meşa xwe dewam kir. Gelên Tirkiyeyê bi teqezî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ferz dikin. Ji partiyan û hikûmetan dixwazin ku di vê mijarê de tavilê gavan biavêjin. Mesaja herî bingehîn a encamên hilbijartinê ev e. Hikûmeta AKP, mîna ku qet hilbijartin nebûye polîtîkaya xwe ya berê dewam dike û çareseriya pirsgirêka Kurd naxe rojeva xwe. Ji xwe Tayyîp Erdogan bi gotina 'mutebeqeta Dolmabahçeyê nîne' re careke din zîhniyet û polîtîkaya xwe dnî holê.

'BANGÊN BÊÇEKBÛYÎN Û DERKETINA DERVEYÎ SÎNOR BEREVAJÎKIRINA ROJEVÊ NE'

Hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan mîna beriya niha, ji bo ser polîtîkayên xwe binixumîne, bêçekbûyîna gerîla û vekişîna derveyî sînor a gerîla xist rojevê. Ev yek bi awayekî vekirî tinehesibandina encamên hilbijartinê, nixumandina polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka Kurd û berevajîkirina rojevê ye. Li şûna ku rojev bibe demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd, xwestina bêçekbûyîna gerîla, tê wê wateyê ku ji pirsgirêka Kurd û berxwedana çil salan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştek nehatiye fêmkirin. Li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd israrkirina di polîtîkaya neçareserî û tinekirinê de ye. Bi tecrûbeyên bi êş û giran raya giştî dîtiye ku ev polîtîka ji bilî kûrkirina şer ti encamê bi xwe re nîne."

'DEM DEMA AVÊTINA GAVÊN CIDÎ YE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dem ne dema banga çekdanîna gerîla ye, dem dema ji bo çareseriya prisgirêka kurd pêkanîna muzakereyê û avêtina gavên cidî ye." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ji bilî vê ti rê û rêbaz ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku pirsgirêkên bi vî rengî bi nêzîkatiyên hikûmet AKP'ê er çareser bûye. Bi tecrûbeyên li cîhanê tê fêmkirin ku helwesta AKP'ê, şer kûrtir û demdirêj dike. Ji ber ku polîtîka û nêzîkatiyên AKP'ê ne çareserî, teslîmiyetê ferz dikin. AKP bi van polîtîka û ferzên xwe re dixwaze, jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ji însafa leşker û polîsên polîtîkayên mêtînger ên qirkirina çandê dimeşînin re, bihêle. Zelal e ku ev yek nayê qebûlkirin. Ferzkirina van pêkanînên nayên qebûlkirin, kûrkirina neçareserî û şer e. Ji bilî vê ti encam dernakeve."

'AKP'Ê BI MEŞANDINA TECRÎD Û ŞERÊ PSÎKOLOJÎK RE AGIRBEST JÎ BÊÇALAKÎTÎ JÎ QEDAND'

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:

"AKP bi ferzên xwe yên 'bila gerîla dest ji çekê berde' re nîşan dide ku ji bilî teslîmbûnê yan jî şer, ti rê nîne. Li pêşberî vîna çareseriya demokratîk a gel di hilbijartinê de nîşan da, ferzkirina vê yekê nayê wateyeke din. Tê zanîn ku neçareserî û teslîmiyet nayê qebûlkirin. Lewma li pêşiya gelê Kurd ji bilî berxwedanê rêyeke din nayê hiştin.

Rêberê me ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ev 25 sal in hewldanên mezin nîşan dide, di sala 2013'an de manîfestoya çareseriya demokratîk destnîşan kir û ev du sal û nîv in agirbest û rewşa bêçalakîtiyê afirandiye, zêdeyî sê meh û nîv e di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Hikûmeta AKP'ê ku ev du sal û nîv in li gorî agirbestê tevnagere, bi tecrîda giran û şerê psîkolojîk ê li hemberî Rêber Apo re agirbest jî, rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî qedandiye.

Eger li hemberî Rêber û sermuzakerevanê me, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya diyalogê daye destpêkirin û ji bo firsenda çareseriyê agirbest daye ragihandin tecrîdeke giran û zexteke psîkolojîk tê meşandin, di vê rewşê de kî dikare behsa hebûna agirbestê bike? AKP ji xwe ji mêj ve agirbest qedandiye. Bi redkirina mutebeqeta Dolmabahçeyê ji aliyê Tayyîp Erdogan ve, ti wateya agirbestê nemaye. Bi tecrîda sê meh û nîvan re rewşa bêçalakîtiyê jî bi temamî ji holê rabûye. Li gel polîtîkayên AKP'ê, li gel axaftinên Erdogan û rayedarên AKP'yî, li gel mercên tecrîda giran eger behsa agirbestekê were kirin, hingî ev tê wê wateyê ku henekê xwe bi gelê Kurd û Tevgera Azadiyê re dikin. Di nava van şert û mercan de behskirina agirbestê, bêhurmetî li hemberî Rêber Apo ye, çavgirtina li rizandina Rêber Apo li Îmraliyê ye.

Hikûmeta AKP'ê beriya her tiştî li hemberî Rêber Apo şer îlan kiriye. Li hemberî Rêberê me yê di Newroza 2013'an de manîfestoya çareseriya demokratîk û agirbest ragihand, polîtîkaya zext û tecrîd tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de behskirina agirbestê tê wateya pejirandina pêkanîn û polîtîkayên li Îmraliyê. Divê ti kes ne li bendê me ku gelê me, em û hêzên demokrasiyê bi vî rengî tevbigerin.

Di rewşeke ku Rêberê me di nava tecrîdeke giran de ye û tevî encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav nayên avêtin de, nîqaşkirina rewşa gerîla, ji bilî berevajîkirina rojevê nayê ti wateyê. Pêwîste hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê Kurd li hemberî vê berevajîkirina rojevê bisekinin, têkoşîn û rêxistinbûyîna ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd ku rojeva esasî ye, pêk bînin. Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li hemberî hewldanên berevajîkirina rojevê rojevên xwe destnîşan bikin û li ser vê bingehê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bînin."