Şoreşa Rojava bi ser ket
Fermandarê Bûrkan El Firat Derwîş got, "Rejîma Baasê jî, zilm û pêkanînên mêtîngeriyê yên jê mezintir jî êdî li vê xakê winda kirine. Ya bi ser ket Şoreşa Rojava ye."
Fermandarê Bûrkan El Firat Derwîş got, "Rejîma Baasê jî, zilm û pêkanînên mêtîngeriyê yên jê mezintir jî êdî li vê xakê winda kirine. Ya bi ser ket Şoreşa Rojava ye."
Fermandarê Bûrkan El Firat Derwîş diyar kir ku yekane hêza li Sûriyeyê bûye hêviay gelan Kurd in û got, "Rejîma Bassê jî, zilm û pêkanînên mêtîngeriyê yên jê mezintir jî êdî li vê xakê winda kirin. Ya bi ser ket Şoreşa Rojava ye."
Di salvegera sêyemîn a Şoreşa Rojava de Fermandarê Bûrkan El Firat Şervan Derwîş bersiv da pirsên ANF'ê.
Hûn bandora şoreşê ya li ser siyaseta Sûriyeyê, li ser civakê û asta xwe gihandiye çawa dinirxînin?
Dema li Sûriyeyê şer destpê kir, me hemûyan ji vê re gotin 'bihara gelan'. Ev 5 sal in şerê li Sûriyeyê dewam dike. Di nava vê demê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk aht. Di nava vê demê de em jî weke komekê di nava Artêşa Sûriyeya Azad de bûn. Bê guman bendewariya me afirandina Sûriyeyeke demokratîk bû. Lê belê Artêşa Azad û mûxalîfên din ên li Sûriyeyê yên li ser navê demokrasî û azadiyê dest bi têkoşînê kirin, bi demê re me dît ku ji vê xetê derdikevin. Mûxalefeta Sûriyeyê êdî ji rewşa bûyîna hêviya azadî û demokrasiyê ya gelan dûr ket. Ket nava şîdeteke kor, ket bin serdestiya Îslamiyên tund. Serê mirovan êdî hat jêkirin. Di nava mûxalîfên li Sûriyeyê de yekane hêza bû hêviya gelan, yekane hêza bi nirxên azadî û demokrasiyê tevgeriya, mûxalefeta Kurdan bû ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re derket holê. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi xet û felsefeya xwe ya xweser re, bi nirxên azadî û demokrasiyê re dilsoz ma. Di destpêkê de mûxalefeta din jî bi van têgîn û nirxan dest bi têkoşînê kiribûn. Lê belê di demeke kurt de hat fêmkirin ku rastî ne bi vî rengî ye.
Dema ev hat fêmkirin we çi kir?
Weke komek di nava Artêşa Azad de, me vê derketina ji rê ya mûxalefeta li Sûriyeyê bi awayekî neyînî dît. Piştre mûxalefeta Sûriyeyê veguherî çeteya DAIŞ'ê. Em jî li hemberî êrîşên van çeteyan hatin herêma Rojava. Zêdeyî 2 sal in em li herêma Rojava dijîn. Piştî ku mûxalefeta li Sûriyeyê bi vî rengî veguherî çeteyeke barbar û tund, komkujiyên ol, ziman û nîjad li her deverê belav bûn. Hem rejîm, hem jî çeteyên bi navê DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam van komkujiyan li her deverê dewam dikin. Yekane herêma ku mirov ji ber ziman, ol û tercîha xwe lê nayên qetilkirin, Rojava ye. Yekane herêma ku li ol, ziman û nîjadê mirovan nayê pirsîn Rojava ye. Li Rojava hemû bawerî, çand û gel bi biratî dijîn. Ji bilî Rojava devereke din a jiyaneke bi vî rengî lê heye, li Sûriyeyê nîne.
PLiştî ku Artêşa Azad bû xwedî karaktereke Îslamî ya radîkal an jî ev karaktera wê derket holê, em weke hin kom hatin herêma Rojava. Li vê derê bi rastî jî me ji pêkanînên demokrasiya rasteqîn re şahidî kirin û me dest bi rêxistinbûyîna Bûrkan El Firat kriin. Bûrkan El Firat sala xwe ya yekemîn kêm maye dagire. Bûrkan El Firat berhemeke felsefeya Şoreşa Rojava ya ku hemû gelan hembêz dike û jiayneke wekhev û bi hev re ya gelan destnîşan dike, ye. Eger li herêma Rojava demokrasî nebûya, ne pêkan bû ku weke nûnerê gelan Bûrkan El Firat xwe lê bi rêxistin bikira.
Weke hêzên Bûrkan El Firat em gelên Sûriyeyê temsîl dikin û ji bo parastina gelên Sûriyeyê şer dikin. Ev destketî hemû bi saya pêşveçûna Şoreşa Rojava li ser hîmên demokratîk, pêk hatine. Şoreşa Rojava hêviya demokrasiyê ya hemû gelên Sûriyeyê ye. Li ser bingeha sîstemeke demokratîk a li Sûriyeyê ava bibe, Şoreşa Rojava heye.
Di serî de gelê Ereb, gelên Sûriyeyê bi çi rengî nêzî Şoreşa Rojava bûn?
Yên di bin bandora propaganda reş a rejîmê de man, her wiha yên di bin bandora çeteyên din ên Îslamî yên tund de ne, dibe ku Şoreşa Rojava baş fêm nakin. Lê belê di asta heyî de sîstema şoreşê ya xwe dispêre biratiyê û pêkanînên wê, bandoreke erênî li derdoreke berfireh a gelên Sûriyeyê dike. Li her qada ku Şoreşa Rojava bandorê lê dike, her kes dixswaze bibe parçeyek ji vê şoreşê.
Di vê dema ku şoreş dikeve sala xwe ya çaremîn, mirov dikarin bêjin ku bi felsefeya şoreşê û pêkanînên wê re, êdî siyaseta gelan dike dijminê hev û zîhniyetên tekparêz, faşîzan û paşverû yên komên hov têk çûne û biratiya gelan bi ser ketine.
Êdî ne pêkane ku ev gel bi zîhniyeteke ji berî du hezar salî maye, bê birêvebirin. Ragirtina jinan li malê, kolekirina jinan, qetilkirina mirovan ji ber cihêrengiya xwe; ev pêkanîn êdî ji aliyê gelê herêmê ve nayê qebûlkirin. Ev zîhniyet ji aliyê gel ve tê redkirin. Lewma divê wer zanîn ku bi tenê bi zorê û zextê li hin herêman tê meşandin. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava û karaktera wê ya demokratîk veguheriye yekane hêviya gelan û şoreşê rûyê gelan. Gelên herêmê; Ereb, Ermenî, Suryanî Şoreşa Rojava ji xwe re weke rêya rizgariyê dibînin.
Yanî di salvegera sêyemîn a şoreşê de der barê şoreşê de ev yek dikare bi awayekî zelal were gotin; şoreş di nava gelan de êdî bi baldarî tê pêşwazîkirin, vediguhere hêviyê, ji aliyê leşkerî ve jî nîşan daye ku têk naçe. Bi Bûrkan El Firat re eleqe û dilsoziya gelan a ji bo şoreşê veguheriye vîn û yekîtiyeke leşkerî. Rejîma Baas jî, yên li dij derketine lê jê mezintir zilm û pêkanînên mêtîngeriyê dikin jî, êdî li vê xakê winda kirine. Ya bi ser ketiye Şoreşa Rojava û felsefeya wê ay 'biratiya gelan' e.
Li cihê ku Bûrkan El Firat dikevê, nêzîkatiya gel bi çi rengî ye?
Li cihê ku Bûrkan El Firat dikevê, gel bi xurtî xwe bi şoreşê ve girê dide. Niha li gundên Ereb ên em wan diparêzin, gel bi şoreşê re dibe yek. Bi taybetî herî dawî azadkirina Girê Spî û Ayn Îsa û radestkirina rêveberiyê ji gelên Ereb, Tirkmen, Kurd û gelên din re, piştî van pêkanînên demokratîk ji Reqa, Minbic, Cerablûs, Sirrîn, Bab, Ezz û gelek bajar û bajarokên din gel xwe digihînin me û ji me dixwazin ku em wan ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. Rojane bi sedan telefon ji me re tên û ez weke Fermandarê Bûrkan El Firat rojane bersivê didim bi sedan telefonan. Ji Cerablûsê, ji Reqayê digerin, dibêjin 'Werin me rizgar bikin. Ji me re dibêjin em jî dixwazin bibin parçeyek ji we.' Em jî weke jî weke hêzên Bûrkan El Firat, li dijî yên dixwazin gelên Sûriyeyê ji hev veqetîne, şer û pevçûnan têxin navbera wan, heta dawiyê em ê ji bo hevgirtina gelan li ber xwe bidin.
Bûrkan El Firat bi serketinên girîng sala xwe ya yekemîn dadigire. Em weke hêzên gelên Ereb û Kurd vê bi zelalî dibêjin; Çeteyên DAIŞ'ê li ku bin, ew di hedefa me de ne. Eger pêwîstî pê hebe em ê biçin Deyr-û Zor, em ê biçin Şamê. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de em ê sînoran nas nekin, li her qadê em ê derbê li DAIŞ'ê bixin. Cerablûs jî yek ji van herêman e. Plana me ya sereke Minbic û Cerablûs e. Piştî van qadan eger pêwîstî pê hebe em ê biçin Deyr-û Zor.
Bangek we ji bo gelên li Sûriyeyê heye?
Bang li gelê Ereb û hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê dikim; ji bo gelekî ewçend xwedî paşerojeek dîrokî ye xwe bigihîne demokrasiyê, destekê bidin. Şoreşa Rojava, ji bo dîroka Sûriyeyê demeke nû da destpêkirin. Zemîna ku em karibin li ser dîroka xwe bi demokrasiyê re tacîdar bikin Şoreşa Rojava ye. Yên dixwazin şoreşê nas bikin bila werin, şoreşê li her deverê bibînin, bijîn. Bila bi propagandayên reşkirinê yên li hemberî şoreşê nexapin.