Çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî şervanên YPG’ê derbeyên giran dixwin û îrade şikestinê dijîn, derket holê ji Şedadê, Kurd û pêkhateyên din yên li bajar derxistin û bi armanca parastinê; çeper û tunel (xaniyên binerd) çêdikin.
Çeteyên ku bi armanca dagirkirina bajarê Hesekê êrîş kiribûn 25 roj li pey xwe hiştin. Çeteyên ku ketine çembera şervanên YPG’ê û derbeyên giran dixwin. Hat zanîn ku bi armanca parastina Şedadê çeteyan dest bi çêkirina çeper û tunelan kirine.
Li gor ajansa nûceyan ANHA’yê kesê ku şêniyê Şedadê yê nexwest navê xwe bêje agahî dan, diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê derbeyên giran xwarin, bi tirsa wê şervanên YPG’ê êrîşî Şedadê jî bikin, ji niha ve çeteyên DAIŞ’ê li derdora Şedadê dest bi kolandina xendek, tunel û xaniyên binerd kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî jî radigihinin, operasyona ku şervanên YPG’ê li başûrê Hesekê dabûn destpêkirinçeteyan derbeyên giran xwarin. Ji ber wê çete bi tirsin û bi îdîaya ku wê YPG operasyonê li Şedadê jî bide destpêkirin, hat zanîn çeteyan dest bi kolandina xendek, çeper û xaniyên binerd kirine.