Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li bajarên cuda yên Ewropayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînan de bal hat kişandin ser bandora berxwedanê li ser roja me ya îro.

Li bajarên cuda yên Ewropayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînan de bal hat kişandin ser bandora berxwedanê li ser roja me ya îro.

TOULOUSE

Li bajarê Fransa Toulouse, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de ku li li Komeleya Elewilyan a Demokratîk pêk hat, li ser girîngî û wateya berxwedana 14'ê Tîrmehê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê di serdemeke ku zextên li ser gelê Kurd û şoreşgeran zêde bûn de, weke bersiv pêk hatiye.  Her wiha hat ragihandin ku xeta berxwedanê ya PKK’ê hîna germahiya xwe diparêze û eger îro Kurd li Rojhilata Navîn bibin aktor, ev bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Bername bi dirûşmeyên Bijî Serok Apo û Şehîd namirin bi dawî bû. 

BIELEFELD

Li bajarê Elmanya Bîelefeldê jî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîsyona Malbatên Windayan çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de li gel berxwedêrên berxwedana 14’ê Tîrmehê cangorî Îsmet Ekîncî b nasnav Devrîm û şehîd Omer Demîr bi nasnav Kendal Mîdyad jî hatin bibîranîn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên azadiyê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya malbatên şehîdan Hesen Ozden wate û girîngiya bîranîna şehîdan nirxand û got, "Em bi saya şehîdên berxwedana 14’ê tîrmehê li wir in."

Piştre sînevîyzonek der barê jiyan û tekoşîna cangoriyan de hate pêşandin. Di dema pêşandina sînevîzyonê de keliyên gelek hestiyar di nava xizm û hevalên cangoriyan de çê bûn.

Dûre xwişka Îsmet Ekîncî, Hediye Ekîncî û xwişka Omer Demîr  Dîlber Demîr axivîn. Her du yan jî anîn ziman ku şehîd şehîdên tavahî gelê Kurd û Kurdistanê ne.

Piştre li ser navê saziya malbatên şehîdan Ahmet Aktaş mafê axaftinê wergirt. Aktaş bal kişand ser 33. salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û diyar kir ku vê berxwedanê îradeya dijminê Kurdan têk bir û îradeya gelê Kurd bi ser xist.
 
Aktaş balkişand ser 3. salvegera şoreşa rojava ya 19’‎ê Tîrmehê jî û destnîşankir ku eger ev berxwedana 14’ê tîrmehê ne bûya wê şoreşa herî mezin ya sedsala 21’êmîn, şoreşa rojava jî pêk ne hatiba.

Piştî axaftina Ahmet Aktaş beşdarvanên civînê hestên û anîn ziman. Bîranîn bi xwarina bi hev re bi dawî bû.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bernameya 14’ê Tîrmehê pêk hat. Di bîranînê de deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek hat nîşandan. Di axaftinên li vir de hat diyarkirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê di tariyê de wek rojê biriqiye û bûye bersiva cuntaya 12’ê îlonê.

...