Di çapemeniya alternatîf de dewreya duyemîn
Saziyên Çapemeniya Kurd a li Ewropayê, ji bo xebatên çapemeniyê mezin bikin û bêhtir bala ciwanan bikişînin ser çapmeniye, xebatên xwe yên perwerdeya çapemeniyê dewam dikin.
Saziyên Çapemeniya Kurd a li Ewropayê, ji bo xebatên çapemeniyê mezin bikin û bêhtir bala ciwanan bikişînin ser çapmeniye, xebatên xwe yên perwerdeya çapemeniyê dewam dikin.
Li Ewropayê di navbera 22`ê Hezîranê û 17’ê Tîrmehê de, bi pêşengiya saziyên Çapemeniya Azad perwerdeya çapemeniyê hat lidar xistin. Perwerdeya çapemeniyê li bajarê Belçîka Lîege`ê pêk hat. Gelek şagirt û rojnamevanên pispor tevlî perwerdeyê bûn.
Di perwerdeya ku roja 22’ê Hezîranê destpê kir de dersên rojnamevanî, nûçegihanî, di çapemeniyê de rola jinê, jineolojî, di dîrokê de çapemeniya azad, radyo, kamera û montajê hatin dayîn.
Rojnamevanên wekî Ragip Duran, Mehmet Çîftçî, Devrîm Arslan, Mûrat Ûtkû, Amed Dîcle, Hannah Seçil Schnorr, Bakî Gul, Medenî Ferho, Zana AZADÎ, Goran Soran,Velî Ay, Nurdogan Aydogan, Îsmet Kayhan û gelek rojnamevan û nivîskarên pispor li ser çapemeniya azad ders dan şagirtan.
DI DÎROKÊ DE ÇAPEMENIYA AZAD
Perwerdeya duyemîn, bi beşa di dîrokê de çapemeniya azad destpê kir. Di despêkê de li ser dîroka çapemaniya Kurdistanê, perwerde hat dayîn.
Her wiha zor û zehmetiyên ku çapemeniya Azad di dîrokê de tê re derbas bûye, bi taybetî jî piştî salên 90’î, êrîşên dewleta Tirk û kontrayan ên li ser rojnameyên Kurdan hatin nîqaşkirin. Li ser van nîqaşan girîngiya çapemeniya Azad hat fêmkirin.
Çapemeniya azad di perwerdeyê de di hemû waneyan de hat dayîn. Çapemenî ji bo ku di şerên teybet de tê xebitandin giringîya wê mezine. Hem ji aliyê desthilatdaran hem jî di aliyê alternatîfbuyînê de rola mezin dileyîze. Di vê perwerdeyê de giringiya çapemeniya azad jî hat vegotin..
DI ÇAPEMENIYÊ DE GIRÎNGIYA ZIMAN
Di perwerdeyê de li ser giringîya zimanê dayikê jî nîqaş hatin kirin û di çapemeniyê de giringİya pir zimanî hat destnîşankirin. Perwerdeyên bi zaravayên Kirdkî (Kirmanckî,Dimilî,Zazakî) û Kurmancî hatin dayîn. Waneya Kurmancî ji Enstîtuya Kurdî Aysel Avesta Aydin û ya Kirdkî Rojnamevan- Nivîskar Zana Azadî da.
Aydin û Azadî diyar kirin, ku piştî ezmûnekê wê şagirt bawernameyên xwe yên Kurdî ku ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Elmanyayê ve bê dayîn, werbigrin.
RASTIYA JINÊ DIVÊ BAŞ BÊ FÊMKIRIN
Rojnamevana ANF`ê Devrîm Arslan, mijara di çapemeniyê de rola jinê û pirsgirêkên ku jin rast lê tên nirxand.
Arslan wiha berdewam kir: "Jin di çapemeniyê de xerab tê nîşandan, weke ku jin tim ji rê derdixe, lewaz e, sedema pirsgirêkane ango weke mêr nikare jîr û zanebe tê nîşandan. Heqîqet tê berevajîkirin. Çapemeniya Azad ji bo rastiya jin baş bê fêmkirin li ser bingeheke zimanê maf û rastiyê nûçeyan çêdike. Ti carî nabe hevalbendên desthilatdaran. Mafê jinan, zarokan, xwezayê, ekolojiyê, bi giştî civakê binpê nake, van mafan diparêze û li pey rastiyan digere. Ji bo wê tevî têkoşîna jinan rexistbûyîna wan, hêza wan, dîroka wan a hêja derdixe pêş."
DI ÇAPEMENIYA AZAD DE XEBATA KOLEKTÎF
Organizetorên dewrê Denîz Bîlgîn û Zana Azadî jî nerîna xwe anîn ziman. Bîlgîn got, "Me bi hev re jiyanek kolektîf û xweş derbas kir. Hêviya me heye ku şagirtên di dewreyê de cih girtine di demên pêş de bibin bersiva gelên xwe û di Çapemeniya Azad de cihên xwe bigrin".
Zana Azadî wekî din got, "Ev perwerde fermî û sîstematîk e. Di vê perwerdeyê de hem waneyên teorîk hem jî wanêyen pratîk hatin dayîn. Saziyên Medyayên Kurd zêde ne. Cudatir karên nûçegîhaniyê jî heye. Şagirtên Çapemeniya Azad wê di beşên cuda de cihên xwe bigrin. Wê perwerde bi vî awayî, demên pêş jî berdewam bike".
NERÎNÊN ŞAGIRTÊN ÇAPEMENIYA AZAD
Şagirt Viyan Karahan jî diyar kir ku cudabûna Çapemeniya Azad derxistina rastiyan e û hestên xwe wiha anî ziman: "Di demeke dirêj de gelên Kurd êşên mezin dîtin û hin jî dibînin. Hem ji aliyê Kurdbûnê ve hem jî ji alîye jinbûnê ve zor û zehmetîyê dikşînin. Ez jî wekî welatparezeke jin dixwazim vê êşê bînim ziman ku hemû Cîhan rastiya Kurd û Kurdîstanê bibîne. Ji ber wê ez di çapemeniya azad de cihê xwe digrim û hevîya min ew e ku hemû jinên ciwan ên Kurd wekî min di capemeniya azad de cihe xwe bigrin”.
Ji şagirtê perwerdeya Çapemeniya Azad Celal Onen jî got, "Ji ber tevlî perwerdeyê bûye pir kêfxweş e. Onen fikrên xwe wiha anî ziman; "Em ji demekê derbas dibin ku çapemenî bûye çeka yekemîn a Cîhana Global. Ji gelê Kurd re çapemeniya altenatîf ji nan û avê pêwîstir bûye. Ji ber vê yekê ev perwerde watedare”.
Perwerdeya şagirtên çapemeniya azad di 17’ê Tîrmehê de bi kêfxweşî bi dawî bû.