Deriyên nexweşxaneyan li Êzidiyan hatin girtin!

Êzidiyên mexdûrên şer ên li kampa Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê dimînin, derket holê ku ji ber li kampên AFAD'ê namînin, deriyên nexweşxaneyên dewletê li wan hatine girtin.

Êzidiyên mexdûrên şer ên li kampa Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê dimînin, derket holê ku ji ber li kampên AFAD'ê namînin, deriyên nexweşxaneyên dewletê li wan hatine girtin.

Koordînatora Kampa Êzidiyan a Şaredariya Yenîşehîrê Muzeyyen Anikaydin ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku AKP a bi dek û dolaban hewl dide Êzidiyan bixe bin kontrola xwe, niha jî deriyên nexweşxaneyên dewletê li nexweşên li kampan girtiye. Anikaydin da xuyakirin ku piştî Êzidiyên ji bo biçin Ewropayê berê xwe dan Edîrneyê û dûre vegeriyan Nisêbînê, lê nexwestin li kampa AFAD'ê bimînin, vê pêkanînê destpê kiriye. Anikaydin anî ziman ku nexweşxaneyên dewletê yên ev 5 meh in bê şert Êzidiyên li kampê tedawî dikin, ev hefteyeke ji ber şertê mayîna li kampa AFAD'ê deriyên nexweşxaneyan li Êzidiyan hatine girtin.

'DIXWAZIN WAN BIXIN BIN KONTROLA XWE'

Anikaydin da zanîn ku li ser civata Êzidî siyaseteke qirêj tê meşandin û destnîşan kir ku aktorên sereke yên vê siyaseta qirêj PDK û Tirkiye ne. Anikaydin anî ziman ku ev siyaseta qirêj bi dorpêçiya Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê û reva pêşmergeyan a ji Şengalê re destpê kiriye û gihaştiye roja îro. Anikaydin diyar kir ku Êzidiyên bi hêviya jiyaneke baştir berê xwe dane Ewropayê, ev daxwaza wan jî ji aliyê van derdoran ve hatine bikaranîn. Anikaydin ragihand ku divê mijara çûyîna Edîrneyê jî di vê çarçoveyê de were nirxandin û got, "Armanca bingehîn a vê jî, ji binî ve valakirina Şengalê û kontrolkirina Êzidiyan e."

'HÊVIYA EWROPAYÊ TÊ BIKARANÎN'

Anikaydin da xuyakirin ku mijara ji Edîrneyê çûyîna Bûlgarîstanê bi zanebûn di rojevê de tê hiştin û ev pêvajo wiha rave kir: "Di mehên zivistanê de 2 hezar Êzidiyên li kampê diman, ji bo ji Edîrneyê biçin Bûlgarîstanê dest bi amadekariyan kirin. Tevî hemû hewldanên me yên ji bo sekinandina wan, 160 kes çûn ser sînorê Edîrneyê û zor dan derî. Deriyê Tirkiyeyê jî şikandin û derbas bûn. Êzidiyên xwe gihandin sînorê Bûlgar, li vê derê ji aliyê polîsên Bûlgar ve hatin rawestandin, rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin. Me dest li vê rewşê werdan û careke din Êzidî anîn kampê. Ji aliyê hiqûqî ve me ew agahdar kirin ku bi vî rengî derbasbûna ji sînorê Bûlgarîstanê ne li gorî qanûnên navneteweyî ye û hêviya wan a Ewropayê ji aliyê hin kesan ve ji bo nebaşiyê tê bikaranîn. Piştî vê agahdarkirinê her çend ev mijar hat girtin jî, beriya du mehan ji aliyê hin kesan ve bi zanebûn careke din hat axaftin û li rojevê hat bicihkirin."

Anikaydin anî ziman ku dema ev mijara çûyîna Ewropayê careke din ket rojevê, Mîr Hazim Tehsîn kurê yek ji lîderên Êzidiyan Mîr Tehsîn ê ji bo hevdîtina bi rayedarên dewletê re hat Mêrdînê, li kampa Êzidiyan a li Nisêbînê geriya, di berdêla dayîna pereyan de xwest Êzidî bikevin ser xeta PDK'ê û destnîşan kir ku ev her du bûyer ji hev cuda nînin.

JI BO TEDAWIYÊ ŞERTÊ KAMPA AFADÊ!

Anikaydin diyar kir ku armanca bingehîn valakirina Şengalê, kontrolkirina Êzidiyan û di ser wan re meşandina siyasetê ye û got, "Xwestin Êzidiyên li vê derê ji kampa me werbigirin û li kampên di bin kontrola PDK'ê de bicih bikin. Eger ev nebe jî xwestin bixin bin kontrola Tirkiyeyê ya hevalbendê wan e. Lê belê bi ser neketin."

Anikaydin da xuyakirin ku Êzidiyan hem pereyê ji wan re hat dayîn red kirin, hem jî mayîna li kampa Nisêbînê red kirin û ev lîstika qirêj xera kirin. Anikaydin anî ziman ku AKP a nikare xwe li vê rewşê rabigire, vê carê piştî bûyera Edîrneyê nahêle Êzidî li nexweşxaneyên dewletê bên tedawîkirin. Anikaydin da zanîn ku ji ber Êzidî ne di bin kontrola kampên AFAD'ê de ne, rastî vê pêkanîna kêfî tên û diyar kir ku li pişt vê helwesta nexweşxaneyan zexta desthilatdariya siyasî heye. Anikaydin destnîşan kir ku eger tiştek bi serê nexweşên giran û nexweşiyên kronîk bi wan re heye were, ji vê yekê wê yên deriyên nexweşxaneyan li wan girtine, berpirsyar bin.

...