KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo dilsoziya bi Heskîfê re wê xwe bavêjin avê!
Ji bo Heskîfa ku dîroka wê 12 hezar sal e di bin avê de nemîne wê sibê saet 16.00’an li pêşiya pira dîrokî bi dirûşma, “Xwe avêtina mezin” hawirdorparêz bi komî xwe biavêjin Çemê Dîcleyê. -
YPG: Şer û pevçûnên li Hesekê û Eyn Îsa didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên 24 seatên dawî, yên bajarê Hesekê û derdora Eyn Îsa ragihand. -
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Silopiya
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane ji bo otopsiyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn Silopiya. -
Der barê cînayeta Osman Kayar de 9 kes di bin çavan de ne
Di lêpirsîna ku der barê kuştina Kayar ê ku li Hezexê zêrkerî dikir hat amadekirin de 9 kes hatin binçav kirin. -
Şervanê YPG’ê Yildiz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozan Yİldiz (Firat Andok) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyên Gimgimê ve li "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" hat definkirin -
KCK: Em êdî îstîsmarkirina helwesta agirbestê qebûl nakin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Tevgera me ya Azadiyê êdî îstîsmarkirina helwesta agirbestê qebûl nake, li hember polîtîkayên ku pirsgirêka Kurd bê çareserî dihêle jî wê helwesta xwe nîşan bide.” -
Artêşa Tirk li Sêrtê operasyon pêk anî
Balafirên şer ên artêşa Tirk li qadên Çarçella û Avaşîn keşf pêk anîn. Artêşa Tirk bi gelek wesayîtên zirxî û helîkopterên Kobra operasyonek da destpêkirin. -
Têkildarî qetilkirina Mistefa yê Kobanî 2 kesên din jî hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina welatiyê Kobanê Muhammed Mistefa de 2 kesên din hatin girtin. Bi van girtinên dawî re hejmara kujeran derket 4 kesan. -
Mayîna çeteyan ciwanek birîndar kir
Çeteyên DAIŞ’ê beriya ji herêmê birevin gelek mayîn bi cih kirin. Li gundê Til Mexas mayîna çeteyan teqiya û ciwanek birîndar bû. -
Li Dêrsimê xebatên atolyeya sînemayê û mafê mirovan
Weqfa Çand û Hunerê ya Başak, di bin banê Navenda Çanda Ciwanan a Şaredariya Dêrsimê de xebatên ‘Atolyeya Mafê Mirovan’ û ‘Atolyeya Sînemayê’ ya 4 rojan da destpêkirin. -
Şervana YPJ’ê Damla ji aliyê jinan ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrcan Damla (Stêrk Demhat) a di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ên li bajarokê Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê û li goristana Yenîkoya Rezanê hat definkirin. -
Ji şervanên birîndar şahiya voleybolê
Şervanên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de birîndar bûne, bi platînên di ling û milê xwe de voleybolê dilîzin. -
Rejîma Îranê li sînor parêzerekî Kurd qetil kir
Rejîma Îranê, li sînorê Îranê parêzerekî ku dixwest derbasî Ebexê bibe, qetil kirin. -
Sê şervanên azadiyê hatin oxirkirin
Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê cenazeyên endamên hêzên erka xweparastinê Xelîl Şêxo û Azad Mehmûd, şervanê YPG’ê bi navê Amed Amûdê li Goristana Şehîd Îsmayîl ya bajêr spartin axê. -
Li başûrê Hesekê şer ji nû ve destpê kir
Li taxên başûrê Hesekê piştî bêdengiya 24 saetan careke din şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê rû dan. -
Ji Şaredariya Baglarê ji bo malbatên şehîdan xwarina fitarê
Şaredariya Baglarê ji bo malbatên şehîdan yên bajar xwarina fitarê da. Ji hezarî zêdetir malbat beşdarî xwarinê bûn. -
Li Ebexê rêveberê berê yê DBP'ê hat binçavkirin
Li Ebexê Alîkarê berê yê Hevserokê Rêxistina DBP’ê Mehmet Faruk Trak hat binçavkirin. -
‘Tecrîd, rê li xetereyan vedike’
Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Lawa û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxandin. -
Baweriya Berxbotanê nehat kuştin
Dîroka wê heta Romaya diçe. Li dijî her zilmê li ber xwe da. Ne serî li hember Osmaniyan, ne jî li hember Baas tewand. Bû hevkarê êşa komkujiya Dêrsimê. Gerîla da Bakur. Teslîmî DAIŞ’ê nebû. Bi 100 YPG û YPJ’yî beşdarî şoreşa Rojava bû. -
Tecrîd hat şermezarkirin
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. -
4 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Artemêtan û Îpekyolu ji kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin. -
Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn
Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê sala 1991’an li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hat girtin û qetil kirin li ser gora xwe hat bîranîn. -
Li Nîjeryayê ji ber teqînekê 12 karkeran jiyana xwe ji dest da
Li Nîjeryayê ji ber teqîna xeta neftê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. -
Cenazeyên Damla û Yildiz li RIhayê ne
Cenazeyên şervanê YPJ’ê Nûrcan Damla û YPG’ê Ozan Yildiz yên di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê. -
Çekdarên El Şebab li Mogadîşû girtin ser du otelan
Hat diyarkirin ku çekdarên girêdayî rêxistina El Şebab a nêzî El Qaîdeyê li paytexta Mogadîşû ya Somalî girtine ser du otelan.