Tecrîd hat şermezarkirin

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Li gel rêveberên HDP, DBP’ê yên bajêr û navçeyan bi tevlîbûna sedan welatiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hat şermezarkirin. Welatiyên li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, heta Terqarê ya Dortyol a li ser Cadeya Cumhuriyet bi dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabê", "Silav silav ji Îmrali re hezar silav” û "Bijî Serok Apo" meşiyan.  

Piştî meşê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Pasîna Jêrî Mustafa Gul, diyar kir ku tecrîda li hember Ocalan li hember gelan hatiye kirin û got, "Armanca tecrîdê îradeya gelan a jiyana bi hev re ye. Dema hêrsa kom bûye derkeve, kesên talîmata şer dane wê di bin de bimînin. Divê tecrîda li hember rêbertiya me tavilê bê rakirin. Berevajî vê ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Rêbertiya xwe em ê bi serhildanan bibin Zîlan.”

Çalakî bi dirûşmên ji bo Ocalan bi dawî bû.