Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Tevgera me ya Azadiyê êdî îstîsmarkirina helwesta agirbestê qebûl nake, li hember polîtîkayên ku pirsgirêka Kurd bê çareserî dihêle jî wê helwesta xwe nîşan bide. Êdî li hember yên helwesta me ya bi sebr û maqûl îstîsmar dikin wê bi ti awayî musaade neyê dayîn.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de got ku li ser agirbesta sala 2012’an bi awayekî fiilî û di Newroza 2013’an de ji raya giştî re hat ragihandin du sal û nîv derbas bûye, di vê pêvajoyê de hêzên gerîla bi berpirsyartiyeke mezin li gor bêpevçûniyê tevgeriyane û got: “Lê dewleta Tirk bi gotina, ‘Dewleta min, a ez dizanim ez ê bikim’ li gor agirbestê tevnegeriyaye, timî pêkanînên rê li ber evçûnan veke kiriye. Halbukî agirbest û bêpevçûnî tê wateya ku her hêz di rewşa xwe ya beriya agirbestê de bimîne; ji gavên agirbestê xera dikin bireve. Lê dewleta Tirk bi dehan qereqol, rêyên bi armanca leşkerî, qirkirina çandî û bendavên bi armanca leşkerî çêkiriye, şert û mercên agirbestê ne li gor çareseriya siyasî ya demokratîk, bi awayê ku amadekariyekê ji şerekî nû re veke û di şerê derkeve de bikeve asta avantajê bi kar aniye.
‘PIŞTÎ HILBIJARTINAN ÇÊKIRINA KALEKOL Û BENDAVAN QET NESEKINÎN’
Dewleta Tirk ji bo qereqol, rê û bendavên bi armanca leşkerî neyên çêkirin timî hatiye hişyarkirin, hatiye diyarkirin ku ev hemû tê wateya xerakirina agirbestê û destpêkirina şer. Gelê me gelek caran li hember van gavên ku wê şer bide destpêkirin bûye mertalê zindî; li hember êrîşa dewleta ya li dijî gelê me ciwanan û mirovên me yên ji gelê welatparêz jiyana xwe ji dest dane.
Dewleta Tirk israr û nêzîkatiya Tevgera me ya Azadiyê ya di çareseriya siyasî ya demokratîk û ya di agirbestê de îstîsmar kiriye, çêkirina qereqol, rê û bendavan qet nesekinandiye. Bi taybet nêzîkatiya me ya bi dîqet û sebr a di pêvajoya hilbijartinê de wek firsendekê dîtiye û xebatên xwe bilez kiriye.”
‘ARMANCA BENDAVAN BÊ MIROVHIŞTINA KURDISTANÊ YE’
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê diyar kir ku Dewleta Tirk û her kes dizane li Kurdistanê pêwîstî bi bendavan nîne, bendavên Keban, Karakaya û Ataturk ên li Kurdistanê hatine çêkirin jî sed qat zêdetirî pêwîstiya enerjiya li Kurdistanê hildiberîne.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê anî ziman ti guman têde nîne ku bendavên li Kurdistanê tên çêkirin ku bi armanca qirkirina çandî û leşkerî ye û ev xisûs diyar: “Li Tirkiyeyê pêkhateyên ku ji wan re dewleta kûr tê gotin û Desteya Ewlekariya Millî ji bo Kurdistanê bê mirov bihêlin, nirxên dîrokî û çandî tine bikin û tevgera gerîla teng bikin plan kirine. Bendav aşkera ku ji bo bêmirov hiştina Kurdistanê û li ser vî esasî qirkirina çandî temam bikin têne çêkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku peravên Firat û Dîcle yên mirovatî û çanda mirovatiyê xwe li wir afirandiye, bikin gora mirovatiyê û çandê. Ji ber vê sedemê eger niha referandûmek jî çêbibe wê ji sedî 90’ê gelê Kurdistanê ji bendavên ku ji bo gelê Kurd kirine gor, bibêje na. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî wek hêz û îradeya siyasî ya vî gelî ji bendavan re dibêje na.
Ji ber ti polîtîkayeke çareseriyê ya Dewleta Tirk di pirsgirêka Kurd de nîne, di çêkirina van bendavan de israr tê kirin. Ji ber vê sedemê tevî, gerîla dibêje ku çêkirina bendavên bi armanca qirkirina çandî û leşkerî, tê wateya xirakirina agirbestê jî dewleta Tirk di vî alî de israr dike, weke herî dawî, di çêkirina bendava Farqînê de rê li ber pevçûnan vekir. Li dehan cihan bendavên ku agirbestê xera dikin tên çêkirin, piştî hilbijartinan çêkirina van bendavan hê zêdetir bûye.
‘HEMÛ BENDAV Û WESAYÎTÊN DI ÇÊKIRINA BENDAVAN DE TÊN BIKARANÎN WÊ BIBIN HEDEF’
Tevgera me ya Azadiyê ev helwesta Dewleta Tirk nirxandiye, gihiştiye biryarê ku ev rewş nayê qebûlkirin, biryar girtiye ku çêkirina tevahî bendavan bisekinîne ji bo vê hêzên gerîla jî di nav de her cure derfetan seferber bike. Ji niha û şûn ve hemû bendav amûr û wesayîtên di çêkirina bendavan de têne bikaranîn, wê bibin armanc û hedefa me ya hêzên gerîla. Ji ber vê sedemê hemû muteahît û xebatkarên ku di çêkirina bendavan de divê tavilê ji van herêman derkevin. Ji niha û şûn ve ji pevçûnên li herêmên ku bendav lê têne çêkirin û encamên derkevine holê Hikûmeta AKP’ê û fîrmayên muteahît ên ev kar girtine ser xwe wê berpirsyar bin.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê got, “Hikûmeta AKP’ê timî tevî hemû hişyarên me ji bo rêxistinbûna demokratîk a gelê Kurd û îradeya wê ya siyasî bişkîne, civakê bê berxwedan bihêle, serî li girtinan dide. Di van hilbijartinan de tevî ku gelên me peyama tevahî pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin, demokratîkkirina Tirkiyeyê û di serî de pirsgirêka Kurd da dewlet û hikûmeta Tirk jî berevajî vê peyamê pêkanîn tên kirin.” KCK’ê diyar kir operasyon û girtinên qirkirina siyasî û operasyon ispata vê ya herî berbiçav e.
‘ÊDÎ HER GIRTIN WÊ JI BO GERÎLA BIBE SEDEMA BERSIVDAYÎNÊ’
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê diyar kir tevgera azadiyê ev rewş nirxandiye, gihiştiye vê biryarê ku sedema zêdebûna van girtinan ev e li hember gelê Kurd şerekî bi rê ve dibe û got, “Ji ber vê sedemê li gel em bang li gelê xwe dikin li hember van girtinan tedbîran bigirin, êdî her girtinek ji bo gerîla wê bibe sedema bersivdayînê.
Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê li şûna ku dev ji van pêkanînan berde, ber bi demokratîkbûyînê ve gavan bavêje, ji raya giştî re aşkera bike, ev gavên ku li hemberî gelê Kurd tê wateya şerekî wê qet neyên qebûlkirin. Li hember gavên bi vî rengî gelê me û gerîla wê mafê xwe yê berxwedanê bikar bîne, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û Kurdistanê ku mecbûriyetek e û encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê jî vê berpirsyartiyê digire ser milê dewlet û hikûmetên Tirk û bibîr bixe.
Pêwîst e raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bizane ku li hember çêkirina qereqol û bendavên bi armanca leşkerî wê gerîlayên me mafê xwe yê berxwedanê bikar bîne, li hemberî operasyonên qirkirina siyasî jî bersivê bide.
Tevgera me ya Azadiyê êdî îstîsmarkirina helwesta agirbestê qebûl nake, li hember polîtîkayên ku pirsgirêka Kurd bê çareserî dihêle jî wê helwesta xwe nîşan bide. Êdî li hember yên helwesta me ya bi sebr û maqûl îstîsmar dikin wê bi ti awayî musaade neyê dayîn.”