Şervana YPJ’ê Damla ji aliyê jinan ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûrcan Damla (Stêrk Demhat) a di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ên li bajarokê Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê û li goristana Yenîkoya Rezanê hat definkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Nurcan Damla (Stêrk Demhat) a 9'ê Tîrmehê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li bajaroka Eyn Îsa jiyana xwe ji dest dabû anîn morga Goristana Yenikoyê ya Amedê. Li ber goristanê di nava wan de rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî hebûn bi sedan welatî kom bûn. Jinan cenazeyê Damla li ser milên xwe kirin û bi stran, çepik, tilîlî û dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo" ber bi goristanê ve hat birin û li wir hat definkirin.
Merasîma cenaze bi rêzgirtin û sirûda "Çerxa şoreşê" destpê kir. Li vê derê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa wan bimînin û wiha axivî: "Damla di rêya Zîlan û Arînan de jiyana xwe ji dest da. Em soz didin em ê armancên wan pêk bînin."
Dayika wê Yildiz Damla jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: "Bila serê Serok Apo û gelê Kurd sax be. Ew şehîdê we hemûyan e." Apê wê H. Abdullah Damla bilêv kir ku biraziya wî ne şehîdê ewil e û wê nebe yê dawî û wiha got: "Em soz didin ku heta dawiyê em ê li pey rêya wan bin."
Piştî axaftinan girse çûn Mala Şînê ya Dercimtê.