Cenazeyên Damla û Yildiz li RIhayê ne

Cenazeyên şervanê YPJ’ê Nûrcan Damla û YPG’ê Ozan Yildiz yên di pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Nûrcan Damla  (Stêrk Demhat) a li Rojava bajaroka Eyn Îsa di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervanê YPG’ê Ozan Yildiz (Firat Andok) ê  7’ê Tîrmehê li bajaroka Sirîn di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatan û nûnerên MEYA DER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re ji rayedarên Kantona Kobanê hatin wergirtin. Cenazeyên ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, piştî karûbarên otopsiyê ji aliyê welatiyan û bi tilîliyan ber bi Rihayê ve ketin rê.

Cenazeyên şervanan li Taxa Alîgor ji aliyê sedan kesan û dirûşmên, “Şehîd Namirin, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ve hatin pêşwazîkirin û cenaze şandin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Piştî karûbarên li vir  wê cenazeyên şervana YPJ’ê Damla li Goristana Yenîkoy a Amedê, cenazeyê şervanê YPG’ê Yildiz jî li navçeya Gimgim a Mûşê ji bo bêne definkirin bên rêkirin.