YPG: Şer û pevçûnên li Hesekê û Eyn Îsa didomin

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên 24 seatên dawî, yên bajarê Hesekê û derdora Eyn Îsa ragihand.

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên 24 seatên dawî, yên bajarê Hesekê û derdora Eyn Îsa ragihand. Her wiha di encama van şer û pevçûnan de 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin. Şer û pevçûnên bajarê Hesekê berdewam dikin.

Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek encama şer û pevçûnên 24 seatên dawî ji çapemenî û raya giştî re ragihand. Di encamê de 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û her wiha gelek cebilxane hatiye desteserkirin. Şer û pevçûn berdewam dikin.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hember navenda Hesekê dabûn destpêkirin, berdewam dikin. Komên çeteyan li başûrê Hesekê êrîşên nû li dar xistin. Piştî êrîşên li hember herêma Pira Spî û gundê Ferhiyê (Ebû Emşê) hat lidarxistin pevçûnên dijwar rû dane.

Duh çeteyan li hember gundê Ferhiyê, bi 3 wesayîtên bombebarkirî êrîşek li dar xistin. Hêzên me 2 ji wan maşîneyan di nava çeteyan de teqandin. Çeteyê din yê hundirê maşîneya din de bû, maşîne ser xwe  teqand û xwe kuşt. Pevçûnên li vê qadê heta saetên êvarê bê navber berdewam kir. Di van pevçûnan de 3 maşîneyên din yên leşkerî jî hatin rûxandin. Bi qasî hatiye zelalkirin 10 çete hatine kuştin.

Her wiha di van pevçûnan de, 3 hevrêyên me yên ku bi wêrekiyek mezin û bi lehengî şer dikirin gihiştin şahadetê. Pevçûnên li qadê hîn jî cih bi cih berdewam dikin.

Komên çeteyan îro demjimerên sibehê li herêma Pira Spî jî êrîşekî nû lidarxistin. Li vir di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi piştgiriya çekên giran êrîş li dar xistin. Pevçûnên dijwar li vê herêmê rû dan. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ji ber li vê herêmê pevçûn berdewam dike de nehatiye zelalkirin. 4 hevrêyê me yên ku bi israr ji bo parastina herême tevdigeriyan, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Operasyonên hêzên me ya li Eyn Îsa û derdora wê berdewam dikin.

Piştî pevçûnên 5 rojan a li Eyn Îsa û derdora vî de hat jiyîn, hêzên me serdestiya xwe qayîm kirin. Di van pevçûnan de hejmarekî zêde çete hatin kuştin. Me di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû di xebatên lêgerînê ya vê herême de 26 termê çeteyan ketiye destê hêzên me. Xebata lêgerînê ya hêzên me ya li vê qadê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye. Hêzên me li vir 55 qilêş, 15.000 guleyên qilêşê, 14 BKC, 3.000 guleyên BKC, 4 roketavêja B7, 50 guleyên roketavêja B7, 1 Karnas, 1 M16, 60 bombeya destan, 250 jarjor û 30 guleyên hawanê hatiye bi dest xistin.

Di pevçûnên li vê qadê 3 hevrêyên me yên ku bi lehengî şer dikirin jî gihiştin şahadetê.

Komên çeteyan duh êrîş birin li ser gundê Genterî ya rojhilatê Eyn Îsa. Piştî destwerdanê hêzên me li qadê pevçûn hatin jiyîn. Di encama van pevçunan de êrîşê çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herêmê nehatiye zelalkirin.”