Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Silopiya

Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane ji bo otopsiyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn Silopiya.

Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane ji bo otopsiyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn Silopiya.

Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê ji bo otopsiyê anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Piştî ku nûnerên MEYA-DER û malbatên şervanên YPG/YPJ'ê cenazeyên şervanê YPG'ê İbrahim Ozyolcu (Azad Agirî) ku di 3'ê Tîrmeha 2015'an li Şengalê, şervanê YPG'ê Ahmet Çilgin (Bextiyar Qoser) ku di 30'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervanê YPG'ê Îsmaîl Bagiş Kondu (Bedran Siwêreg) ku di 30'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervanê YPG'ê Aykan Cengiz (Firat Merdan) ku di 27'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervanê YPG'ê Mustafa Turhan (Merwan Ozalp) ku di 27'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervanê YPG'ê Ferman Tugrul (Sîpan Amed) ku di 27'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervana YPJ'ê Bêritan Atalay (Eylem Bermal Egîd) ku di 27'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî, şervanê YPG'ê Osman Atmaca (Zinar Şoreş Serhed) ku di 27'ê Hezîrana 2015'an li Reqayê û şervanê YPG'ê Zerdeşt Kiliç (Taylan Rozerîn) ku di 30'ê Hezîrana 2015'an li Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn ji Deriyê Sînor ê Sêmalka wergirtin anîn Deriyê Sînor ê Xabûr.

Hat diyarkirin ku wê otopsiya cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê li Deriyê Sînor ê Xabûr bê kirin û piştî otopsiyê wê cenazeyê Ozyolcu li navçeya Panos a Agiriyê, cenazeyê Çilgin li Qoserê, cenazeyê Kondu li Rihayê, cenazeyê Cengîz li Wanê, cenazeyê Turhan li Wanê, cenazeyê Tugrul li Amedê, cenazeyê Atalay li Êlihê, cenazeyê Atmaca li Mûşê, cenazeyê Kiliç li Amedê bêne definkirin.