4 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Artemêtan û Îpekyolu ji kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Artemêtan û Îpekyolu ji kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Li navçeyên Artemêtan û Îpekyolu yên Wanê di serdegirtinên malan de ku 11 kes hatin binçavkirin, ji wan 5 kes duh hatibûn berdan. Îro jî 6 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Ji kesên bi hinceta, "endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, Vedat Komî û Sînan Gur bi şertê, “serbestiya bi kontrol” ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan. Ferîde Kardaş, Şevket Babat, Serhat Benek û Mezlûm Harmanci yên li Dadgeha Ceza ya Sulh a Wanê derxistin pêşberî dadger hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê.
Haci Gecîken, Evîn Bariş, Faruk Degenek, B.N. (15) û M.A. (17) jî duh ji aliyê dozgeriyê ve piştî îfadeyê wan hatibûn berdan.