KURDISTAN
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Hemû Nûçe
-
-
YPG: 147 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji rojavayê çiyayê Kizwanan û xeta Alya heta bajaroka Sirrin, êrîşên herî berfireh ên çeteyan hatine şikandin û 147 çete hatine kuştin
-
-
Çek li parlamenter kişandin
Leşkerên Tirk li Roboskî çek li Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu kişandin, derb kirin û paşê gule berdan hewayê.
-
-
Îbrahîm Bîngol hat binçavkirin
brahîm Bîngol ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de namzetê HDP'ê ya parlamentiyê yê Elezîzê bû, li Erxeniyê hat binçavkirin.
-
-
-
-
-
-
8 kes hatin binçavkirin
Li navçeyên Milazgir û Gimgimê di serdagirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Milazgirê Îsamîl Turanli jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
-
Tecrîd li Bedlîsê hat protestokirin
Koordînasyona KJA'ê ya Bedlîs û DEM-GENÇ'ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xistin.
-
'Piştgiriya ji bo Kobanê divê mezintir bibe'
Hevseroka Saziya Piştgirî û Alîkariya ji bo Kobanê Gulîstan Ettî da xuyakirin ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîranê pêwîstî hîn bêhtir bûye û got, "Piştî êrîşê bi dehan zarokên me sêwî mane. Pêwîstiya wan bi alîkariya jiyanî heye."
-
-
Êrîşa çeteyan a li hemberî Çiyayê Kizwanan hat şikandin
Komên ji çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî Çiyayê Kizwanan bikin. Di encama bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê de çeteyan windahî dan û neçar man xwe ji herêmê vekişînin. Li Hesekê jî şerê di navbera rejîmê û çeteyan de dewam dike.
-
-
Li Wanê parêzer di nava KHM de dicivin
Hevserokên KHM Dede û Şedal diyar kirin ku sîstema heyî ya hiqûqê bersivê nade civakê û destnîşan kirin ku ew dixwazin afirîneka cewherî ya civakê exlaqê, esas were girtin.
-
-
Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê aşkera kir.Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya li Eyn Îsa jiyana xwe ji dest daye aşkera kir.
-
-
-
Ji bo girtiyên nexweş bang
300 rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û helbestvan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş kampanyaya îmzayan a bi navê "Girtiyên nexweş amûrê bazariyê nîn in. Ji vê eybê re nebe hevkar" dan destpêkirin.
-
-