HSK-Swîsre kongreya xwe ya 22. lidar xist
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê (HSK-Swîsre) kongreya xwe ya 22. a asayî lidar xist.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê (HSK-Swîsre) kongreya xwe ya 22. a asayî lidar xist.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê (HSK-Swîsre) kongreya xwe ya 22. a asayî lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de bal hat kişandin ser mexdûriyetên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û hat destnîşankirin, ku ji bo ji holê rakirina mexdûriyetan divê xebateke bêhtir çalak bê meşandin.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê, kongreya xwe ya 22. a asayî bi biryardariya xebateke hîn çalak a dema pêş, lidar xist. Di kongreya li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Solothûrnê de, ji nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Fahrettîn Gulşen û 30 delege amade bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê Dr. Gulşen mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser rewşa li Kobanê, Şengal û tevahiya Rojavayê Kurdistanê. Gulşen asta pêwîstiyên bingehîn vegot û girîngiya rola Heyva Sor a Kurdistanê ya divê bilîze, destnîşan kir. Dr. Gulşen diyar kir ku bi taybetî divê xebateke gelekî baştir di vê demê de were meşandin.
Li dû axaftinan, raporên xebatê û maliyeyê yên salekê hatin xwendin û qebûlkirin. Piştre rêziknameya di sala 1993'an de hatibû amadekirin, hat guhertin. Bi guhertina rêziknameyê re navê Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê weke Heyva Sor a Kurdistanê CH (Swîsre) hat guhertin.
Di kongreyê de tevî plankirina xebata salekê rêveberiyeke ji 7 kesan hat hilbijartin. Jİ bo Serokatiya Demkî jî Lezgîn Ornek hat hilbijartin.