Tevgera artêşa Tirk dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dike.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê diyar kir ku ev hefteyeke yekîneyên taybet ên artêşa Tirk li gundên Heşet û Nureşîn ên navçeya Sêrt Berwariyê û li qada Kato kemînan datînin û li ser rê kontrolan dikin.
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"Di 6'ê Tîrmehê saet di navbera 07:00 - 09:00 de li ser bendava Beyhan a navçeya Elezîz Pali û gundên Gar, Mezra Ewê û Segamêrê yên navçeya Çewlik Dara Hênê, helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa T.C a dagirker geriyan.
Di 6'ê Tîrmehê saet di navbera 10:00 - 11:00 de li herêma Zagrosê, saet di navbera 05:30 - 15:30 de li herêma Xakurkê, saet di navbera 15:00 - 16:00 de li herêma Garê, saet di navbera 13:00 - 15:00 û 7'ê Tîrmehê saet di 03:30 de li herêma Heftanînê, ji saet 12:00 ê 6'ê Tîrmehê heta saet 11:00 ê 7'ê Tîrmehê li herêma Avaşînê, di navbera 6-7'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00 - 04:00 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa T.C a dagirker keşif kiriye. Her wiha di 6'ê Tîrmehê saet di navbera 09:30 - 10:30 de li ser herêma Avaşînê balafirên şer geriyane."