Parêzerê Ocalan Mehmet Bayraktar diyar kir ku ji aliyekî şaş û kêm li Ocalan tê temaşekirin, lewma bi tenê weke şexsekî tê dîtin û destnîşan kir, ku divê Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nirxandin.
Bayraktar ji ANF'ê re peyivî û got, "Birêz Ocalan, zêdeyî 16 sal in mehkûmî giraveke ji yek hucreyê hatiye hiştin. Tecrîda li ser wî ti carî nehatiye rakirin. Di muzakereyên ji sala 2013'an û vir ve bi dewletê re tê kirin de, li ser navê gelê Kurd sermuzakerevan e. Raya giştî ya Tirkiyeyê baş dizane ku Birêz Ocalan di statuya mehkûm de nîne."
'TECRÎD JI ALIYÊ EXLAQÎ Û POLÎTÎK VE NE RAST E'
Bayraktar di dewama axaftina xwe de got, "Dema tecrîd were nirxandin tê dîtin ku tê xwestin polîtîkaya dîlgirtina Ocalan weke amûreke siyaseta navxweyî were bikaranîn. Ev nêzîkatî ji aliyê exlaqî û polîtîk ve rast nîne, nayê qebûlkirin û divê neyê qebûlkirin. Di vê mijarê de em bang li raya giştî, bi taybetî jî Parlamenta Ewropayê dikin ku bi berpirsyarî rabin."
Bayraktar bibîr xist ku li Rojhilata Navîn zêdeyî 10 sal in, Şerê 3. ê Cîhanê diqewime û anî ziman ku ev tevlîhevî û şerê hemû hêzên siyasî yên li cîhanê tê de hene, xuyaye wê demeke dirêj biajo. Bayraktar got, "Sedema yekane ya vê yekê jî, pirsgirêkên hemû beşên civakê yên gelên Rojhilata Navîn e, ku komî ser hev bûne. Dema li rewşa Kurdan tê temaşekirin tê dîtin, ku li ser nav û hesabê xwe Kurd aktorê herî bi bandor ê siyasî ye. Yekane hêza vê siyasetê diyar dike jî li ser navê Tevgera Siyasî ya Kurd Birêz Ocalan e. Di nava tevlîhevî û şerê îro yê li Rojhilata Navîn de hêza herî bi bandor a demokratîk paradîgmaya Birêz Ocalan e. Ev nêzîkatiya îdeolojîk di roja îro de nefes daye gel û civakan. Vê yekê rê li ber coş û hêviyekê vekiriye. Yekan hêza di serdema zanistiyê de hovîtiya DAIŞ'ê sekinandiye, pêkhateyên leşkerî û siyasî yên li dora paradîgmaya Ocalan kom bûne, ne. Ji ber vê yekê ewçendî êrîşî Birêz Ocalan dikin. Afirînerê vê rêxistinbûyînê xetere dibînin û di nava tecrîdê de radigirin. Divê em vê yekê ti carî qebûl nekin."
'TECRÎD LI HEMÛ CIVAKÊN PÊŞVERÛ û DEMOKRAT E'
Bayraktar da xuyakirin ku ev tecrîd di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ya berê xwe daye civaka demokratîk, komunal û azadîparêziya zayendî tê meşandin û got, "Lazime ev polîtîkaya tecrîdê bi vî rengî bê xwendin. Di avakirina sîstema alternatîf de, di avakirnia aştiya di navbera gelan, mezheb û civakan de paradîgmaya Ocalan wê bibe ronahî. Di şexsê wî de êrîşî vê paradîgmayê dikin. Ev paradîgmaya wê li Rojhilata Navîn statuya gelan diyar bike, di heman demê de wê lez bide pêvajoya hilweşîna kapîtalîzmê. Modernîteya Demokratîk ne tenê ji bo civakên li vê erdnîgariyê, ji bo hemû civakan hêviyeke. Ji ber vê yekê tecrîd pêngavek li dijî tevahiya mirovên pêşverû, demokrat, rewşenbîr û demokratên radîkal hatiye kirin."
'DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN, PARLAMENT DI VÊ MIJARÊ DE HELWESTÊ NÎŞAN BIDE'
Bayraktar anî ziman ku divê hemû derdorên pêşverû yên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin û anî ziman ku zemînê rêxistinî yê vê yekê jî di yekîtiya derdorên demokrat ên radîkal de cih digire.
Bayraktar got, "Divê bi çalakiyên demokratîk re dengê xwe bilind bikin û di heman demê de vê tecrîdê qebûl nekin. Çarenûsa gelan e yek e, ev yek gefa li pêşeroja wan e. Ji bo sedsala pêş bi êş derbas nebe, divê hemû derdorên civakê yên li ser mijarên aştî û biratiyê hestyar in, tevlî pêvajoyê bibin. Di şexsê Birêz Ocalan de pêşeroja gelên Rojhilata Navîn dîl tê girtin, girîng e destûr ji vê ferasetê re neyê dayîn." Bayraktar destnîşan kir ku ev yek wê weke rondikên çavan, faşîzm, xizanî û êşê li civakê vegere û diyar kir ku divê Ocalan tavilê serbest bê berdan. Bayraktar got, "Girîng e Parlamenta Tirkiyeyê di vê mijarê de helwestê nîşan bide."