Çek li parlamenter kişandin

Leşkerên Tirk li Roboskî çek li Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu kişandin, derb kirin û paşê gule berdan hewayê.

Li Roboskiya her roj êrîş pêk tên îro jî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Fehat Encu û rojnamevan rastî êrîşa leşkeran hatin.

BOMBAYÊN GAZÊ AVÊTIN WESAYÎTÊ

Parlamenter Encu, rojnamevanên DÎHA, JINHA, Demokrat Haber û Cumhuriyet bi hev re çûn Zozana Şîrît a duh leşkeran li wir êrîşî gel kiribûn. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê dema Encu vedigeriya leşkeran bombeyên gazê avêtin wesayîta wî. 

Encu yê ji wesayîtê daket, xwest bi leşkeran re diyalogê çêbike, lê leşkeran çek li Encu kişandin.

Encu êrîşa leşkeran wiha vegot: "Tevî min got ez parlamenter im jî leşkeran çek li min kişandin. Ji min re gotin, ‘Ti ne wekîlê me, ti wekîlê xayîn û terorîstan î.’ Dema min ji wan re got, ez bi dengên gel hatim hilbijartin vê carê jî êrîşî min kirin. Gotin, 'Hikûmet, ji dewletê ne mezintir e.’ Ez kirim nav xwe paşê gule berdan hewayî. Yên ev kirin leşkerên pispor û yên bi pere bûn. Mudaxeleyî rojnamevanên li cem min jî kirin.”

Encu diyar kir ku paşê leşker ji cem wan çûne û ew jî vegeiriyane gund. Encu da xuyakirin ku têkildarî tiştên rû dane wê gilî bike.