Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo êrîş û komkujiyên sewalan ên li Roboskî pêk tên got: “Ji ber ku gelê Roboskî girêdayî bîranîna zarokên xwe ma û xwedî li rûmeta xwe derket, evqas bû hedef.”
Gelê Roboskî bi rojane di bin hedefa êrîşên dewletê de ye. Ev du mehe zozan di bin dorp3eça leşkeran de ne, nekarin bazirganiya sînor bikin û gel nekare hewcedariyên xwe pêk bîne. Qetilkirina hestiran du roj berê li gund hat jiyîn. Konvoyeke leşkeran di saetên sibê de ket gund û gund rasterast gulebaran kir. 5 hestir gulebaran kirin. 4 zarok bi hinceta kevir avêtine konvoyê hatin binçavkirin. Di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin. Gule bi ser gundiyan de barandin. Îsa Encu ku birayê xwe di komkujiya Roboskî de winda kir, bi guleyê birîndar bû.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ANF’ê re axivî û komkujiya Roboskî bibîr xist. Sariyildiz wiha got: “Roboskî birîna herî teze ya Kurdistanê ye. Tevî ku yên komkujî pêk anîne tên zanîn û yên talîmat dane tên zanîn, nayên cezakirin. Ev bêcezabûn mînaka dewleta komkujer û faşîzan e.”
Sariyildiz di berdewamiyê de wiha got: “Vê bêcezabûnê rê li ber bertekên mezin ên dewletê vekir. Partî û tevgera me ev sê meh e bûye îrade û hêviya gel. Desthilatdariya siyasî têk çû û berpirsê vê jî gelê me û partiya me tê dîtin. Ji ber vê jî bi êşên me dilîzin. Tiştên niha li Roboskî pêk tê bi vê re eleqedar e. Tevî divê leşker û polîs li hember Roboskî hesas bin, berevajî vê polîtîkayek taybet tê meşandin. Ti wateya êşan li gel dewletê tine.
Bazirganiya sînor tê astengkirin. Her roj bi dehan wesayîtên leşkeran di nav Roboskî re derbas dibin. Ev jî hêrsa gel zêde dike.”
BI ÊŞÊN GEL DILÎZIN
Sariyildiz bal kişand ser komkujiya hestiran û got: “Hewl didin travmaya gel ji nû ve zindî bikin. Bi êş û birînan dilîzin. Dema rewş wisa be Roboskî her roj bi pevçûnekê tê rojevê. Li Kurdistanê çandinî û sewalkarî hatiye tinekirin. Ji ber vê debare bi bazirganiya sînor tê kirin. Ti zirara vê ji aboriya welat re nîne. Ji ber ku çend gund hewcedariya xwe ya jiyanî peyda dikin. Ti tiştekî qaçax û baza wê nehatiye dayîn tine. Li aliyekî dewlet bi mîlyonan nelêrêtiyê dike û li aliyê din jî gundiyan dike vê rewşê. Ev nayê qebûlkirin.
JI BER BÊDENG NAMÎNIN ÊRÎŞ DIKIN
Sariyildiz got, dewlet êşên gel tine dihesibîne û wiha axivî: “Gelê Roboskî bi salane li ser piyane. Erdogan got wê bi çend qirûşan gelê Roboskî bide sekinandin. Lê gel xwedî li zarokên xwe derketin. Soza têkoşînê dan zarokên xwe. Ya Erdogan hêrs kir jî ev bû. Gelê Roboskî xwedî li zarokên xwe derket û rûmeta xwe nefirot.”