8 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Milazgir û Gimgimê di serdagirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Milazgirê Îsamîl Turanli jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Milazgir û Gimgimê di serdagirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Milazgirê Îsamîl Turanli jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Serê sibê li navçeya Kopê ya Mûşê di serdagirtina malan de 5 kes hatibûn binçavkirin û derket holê ku di hemwext de li navçeyên Milazgir û Gimgimê jî operasyonên serdagirtina malan pêk hatin. Tîmên taybet li taxên Saftekîn û Danişmentgazî yên Milazgirê bi ser gelek malan de girt û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Îsmaîl Turanli û xebatkarê DBP'ê Dagistan Payçu binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Bavê Payçû Şîrîn Payçû diyar kir ku serê sibê tîmên taybet bi ser mala wan de girt û piştî lêgerînê kurê wî Dagistan binçavkirin.

Li gundê Dabîna yê Gimgimê jî di serdagirtina malê de Şînasî Kizilbaba hat binçavkirin.

8 kesên li Kop, Milazgir û Gimgimê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.