Ji bo serbestberdana xebatkar û xwendevanên Alinterî daxuyanî
Li hember girtina xebatkar û xwendevanên Alinterî nerazîbûn hat nîşandan û daxwaza edaletê hat kirin.

Cîhana wê bê jiyîn/Proletaryaya Şoreşger, ATÎK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa) NAV-DEM (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropa) AvEG-Kon (Konfederasayona Koçberên Bindest a Ewropayê), Kaldiraç Koln û rojnamevan Murat Çakir, Necatî Abay, Metîn Ayçîçek, li hember girtina xebatkar û xwendevanên Alinterî nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevlîbûna mîtîngên Elewiyan, li rex kedkarên Elewî yên tine tên hesibandin û li Madimakê tên şewitandin cih girtin sûc e?!”
'GIRTIN Û ÊRÎŞ WÊ ME BÊZAR NEKIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon ji bo çavtirsandinê ye û wiha hat gotin, “Em girtinên li hember Alinterî şermezar dikin. Em dixwazin tavilê girtî bên berdan. Em dizanin ku ev girtin û êrîş wê xebatkar û xwendevanên Alinterî bêzar nekin.”