Di operasyonên ku hêzên YPG/YPJ’ê li başûrê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dane bedstpêkirin de, gelek cihên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin, her wiha gelek çete hatin kuştin, cebilxaneyên hatin hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Operasyonên hêzên me yên ku li başûrê Kobanê li dijî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de tên meşandin berdewam dikin.
Hêzên me yên ku per li ser rêya Sirrîn û Reqa serdestiya xwe ava kirin, operasyona xwe ya li hember gundê Maxaretên jî bi dawî kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê gundî nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê gundî roketavêjekî B7, 1 rext, 10 şarjor û 6 gulleyên hawan bi dest xistin. Pevçunên li vê qadê de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirin hu gihiştin şehadetê.
Hêzên me li gundê Serêkaniyê ya li vê herême jî serdestiya xwe çêkirin. Bi van operasyonan ve, hêzên me hemû gir û nuqteyên stratejîk ên li derdora bajaroka Sirrîn bi dest xistin.
Komên çeteyan li hemberî gundê Şeqayif a başûrê Kobanê jî êrîşek lidar xistin. Ev êrîşê çeteyan jî hat şikandin lê nehat zanîn ka çend çete hatine kuştin û birîndarkirin.
Di êrîşên li hemberî gundê Sîna ya başûrê Kobanê de jî maşînekî leşkerî ya çeteyan hatiye ruxandin. Li vir qasî hatiye zelal kirin 2 endamên çeteyan hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li gundê Qereqozax, Geydadê û derdora van gundan de hîn êrîş lidar xistin. Hemû êrîşên çeteyan a li van herêman jî hatiye şikandin, lê nehat zanîn ka çend çete hatine kuştin an birîndarkirin.
Dîsa çeteyan li nêzî gundê Qereqozax bi 2 baskan ve êrîşek din lidar xistin. Ev êrîşên çeteyan jî hatin şikandin û çeteyan neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û brîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”