KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya Malbata Ardûç di roja 4’emîn de ye
Malbata Ardûç a ji ber projeyên Bendav û HES’an pir û rêyên li nêzî xaniyên wan di bin avê de man mexdûr bûn dest bi greva birçîbûnê kiribûn, greva wan di roja çaremîn de ye. -
Heyeta mafê mirovan li Kobanê ye
Heyeteke ku ji ÎHD, Tora Mafên Mirovan Ewrûpa ya Derya Spî, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî pêk tê, ji bo di cih de lêkolînkirina rewşa komkujî û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 25’ê Hezîranê li Kobanê ne. -
Daxwaza edaletê didome
Tevî ku pêvajoyek nêzî 3 salan li ser qetilkirina Cansiz, Şaylemez û Dogan re derbas bûye jî ji ber edaleta li Fransayê pêk nayê Kurdistanî çalakiyên xwe didomînin. -
Li Dêrsimê bi kêzikan qirkirina daran
Di serî de li herêmên daristanî yên li Taxa Gazîk a Dêrsimê bi hezaran darên berûyan ên rastî dagirkeriya kêzikên tirtûl hatin zerar dîtin. -
YPG: Eyn Îsa di kontrola hêzên me de ye
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihandin ku bajaroka Eyn Îsa ketiye kontrola YPG’ê. -
Dema ceza tinebe sûcên tên kirin rewa tên dîtin
Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê li sînorê Roboskî rastî êrîşa leşkeran hat got li cihê ceza tinebe sûcên tên kirin rewa dibin. -
‘Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo’ di roja 63’emîn de didome
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî de gelek çete hatine kuştin cenazeyê 29 çeteyan ketine dest û êrîşên çeteyan li gelek deveran hatiye şikandin. -
Sê endamên asayîşê yên mayîn radikirin jiyana xwe ji dest dan
Rêveberiya Asayîşa Kobanê diyar kir ku duh 3 endamên Asayîşê dema mayînên çeteyan bê bandor dikirin, mayîn di wan de teqiyan û jiyana xwe ji dest dan. -
Kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' li Başûrê Kurdistanê destpê kir
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya bi dirûşma 'Ji birêz Ocalan re Azadî' destpê kir. -
Cenazeyên şervanên YPG'ê anîn Rihayê
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ahmet Dalmiş û Salih Baltişin ên li herêmên Sirrîn û Ayn Îsa di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê. -
Ji gerîlayan çalakiya hişyariyê
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk her diçe ku zêde dibe, gerîlayan li navçeya Farqîn a Amedê çalakiya hişyariyê pêk anîn. -
Li Wanê ciwanek hat girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de ciwanê bi navê F.Ç. hat girtin. -
KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo divê li her derê serî bê hildan
KCK'ê diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd ti carî ranebûye û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ev tecrîd wê ranebe. KCK'ê got, "Bi gotina azadiya Rêberê me azadiya me ye, divê li her derê serî bê hildan." -
Yuksekdag: Ne hilbijartina zû, divê koalîsyon bê nîqaşkirin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag çû serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Çoban û Kaya. -
HPG/YBŞ: Li Şengalê 14 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin çeteyên DAIŞ'ê duh ji gelek taxên Şengalê ve bi wesayîtên bombarkirî êrîş kirin. Fermandariyan destnîşan kirin ku hemû êrîş hatin şikandin û 14 çete hatin kuştin. -
Dayikên Aştiyê li dijî "holikên ewlekariyê' derdikevin
Dayikên Aştiyê, ji bo 'holikên ewlekariyê' yên li Kerboranê şermezar bikin, tevahiya şevê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Dayikan di çalakiyê de gotin, "Eger pêwîstî pê hebe em ê bi destên xwe van holikan hilweşînin." -
'Li dijî her şêwe êrîşan em amade ne'
Ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûkê Sertav Aso destnîşan kir ku li hemberî her şêwe êrîş û gefên li dijî Başûrê Kurdistanê ew amade ne û xwedî wê hêzê ne, ku dikarin van êrîşan beralî bikin. -
Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Wanê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daketin kolanan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag got, "Di hilbijartinan de bi qasî 10 mîlyon mirovan dengê xwe dan azadiya Ocalan." -
Keklîk: Ya ku AKP'ê di nava 10 salan de nekir, me di salekê de kir
Alîkarê Hevşaredarên Agirî Xelef Keklîk, serketina HDP'ê ya li bajêr û asta xebatên xwe yên salekê nirxand. -
Yildirim: Xendek nîşaneya dijminatiya li Rojava ye
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim destnîşan kir ku xendekên li sînorê Nisêbîn-Qamişlo tên kolandin, nîşaneya polîtîkaya dijminatiyê ya dewleta Tirk li hemberî Rojava ye. -
Demîrtaş: Pêwîst e tavilê hevdîtinên ji bo koalîsyonê destpê bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ne normal e heta niha ji bo avakirina hikûmetê Serokkomar erk nedaye. -
Li Kerboranê li hember kulubeyên ewlekariyê çalakiya rûniştinê
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li ser rêya diçe Bendava Ilisû ku li gelek deveran dest bi çêkirina kulubeyên ewlekariyê hatiye kirin, xwediyên erdan, rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyan çûn herêma kar û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Yildirim: Azadiya jinan di azadiya Ocalan de ye
Li navçeya Qoser a Mêrdînê di pêşengiya KJA de bi dirûşma, “Jin jiyan e kuştina jiyanê kuştina mirovatiyê” komxebatek hat lidarxistin. Piştî komxebatê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. -
Li Şengalê şer: Du wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin
Gerîlayên HPG’ê, li Şengalê hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî vala derxistin. -
Êrîşên çeteyan ên li Hesekê hatin şkandin
Li herêmên Hesekê û Til Hemîs, 4 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin şkandin.